McGûrk serdana Meclîsa Sivîl a Reqayê kir

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ya Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ`ê Brett McGûrk û Alîkarê Fermandarê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Robert Jones li gel nûnerên dewletên cuda ên koalîsyinê çûn serdana Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin.

Li ser daxwaza Meclîsa Sivîl a Reqayê ku ji civaka navneteweyî xwest rewşa meclîsê bişopînin û alîkarî pêşkeşî wan bikin, heyetek ji Koalîsyona Navneteweyî ku ji Brett McGûrk, Alîkarê Fermandarê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞʹê Robert Jones, berpirsên ji Wezareta Derve ya Emerîkiya û nûnerên hîn dewletên ku cihên xwe di nava Koalîsyonê Navneteweyî de digrin pêk dihat, serdana navenda meclîsê ya li navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê kirin û bi wan re civiya.

Di civînê de, Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstefa, endamên meclîsê û rûsipiyê herêmê, amade bûn.

Civîna ku di saet 12:00`an de pêk hate ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Piştî ku civîn bi dawî bû, Endamê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş destnîşan kir ku di civînê de, rewşa Meclîsa Sivîl a Reqayê, rêxistinên ku li herêma Reqayê kar dikin û pêwîstiya Meclîsa Reqayê bi alîkariyan hene, hatin gotûbêjkirin.

Li gorî endamên meclîsê ku di civînê de amade bûn, mijarên girîng ku di civînê de hatin nîqaşkirin û bala Brett McGûrk kişandin ser ev bûn; Meclisê daxwaz ji Koalîsyona Navneteweyî kir ku pêwîstiyên mîna av, elektirîk, rakirina xirbeyan û bi taybet di avakirina dibistan û dabînkirina pêwîstiyên wan de alîkariyê bidin wan.

Endamên meclîsê gotin ku Brett McGûrk careke din soza destekdayînê ji bo Meclîsa Sivîl a Reqa û pêşkeşkirina pêdiviyan, dûbare kir.

Derbarê şerê Reqayê û çawayîna parastina sivîlan û binesaziya bajar, McGûrk got: “Koalîsyon û QSD`ê bi rêyên xwe yên taybet sivîlan û binesaziya bajar diparêzin, lê hinek caran rewşên neçarî derdikevin.”

Brett McGûrk got ku Koalîsyona Navneteweyî wê destekê bide komîteya ji nû ve avakirinê. Her wiha McGûrk tekez kir ku ji bo avê projeyên wan hene û ew ê alîkariya pêwîst pêşkeş bikin.

Derbarê pirsa yek ji endamên meclîsê ya nêzikbûna Rêjîma Sûriyê ji sînorên Reqayê re, McGûrk got: “Serokê Amerîkiya Doland Tramp gotiye ku eger rêjîm xetên ku dighêjin hev derbas bike, ew ê yekser bersivê bidin. Her wiha niha qedexe ye ku balafirên Rêjîma Sûriyê li ser herêmên Reqayê re bifirin. Dema borî jî dema balalfireke rêjîmê nêzî nuqateyên QSD`ê bûn, ji aliyê hêzên me ve yekser hate xistin”.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkiya yê Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ`ê, Brett McGûrk got ku ew ê rêjîmê vegerînin başûrê Çemê Firatê.

Di van kêliyan de, heyeta koalîsyonê bi komîteya ji nû ve avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê re dicive.