ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
TEV-DEM'ê li dijî êrîşên li ser Efrînê bang li gelên Sûriyeyê kir
TEV-DEM'ê bang li civaka Sûriyeyê û hêzên welatparêz û demokratîk kir ku destûrê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê. -
NY: Hevdîtinên li ser Sûriyeyê wê li Viyanayê were lidarxistin
Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê tura 9’an yên hevdîtinên aşitiyê yên Sûriyeyê di 25-26’ê Çileyê de li Viyanayê were lidarxistin. -
Li Şehbayê dewleta Tirk hat protestokirin
Li Şehbayê bi meşekê gefên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê hate protestokirin. -
Cenazeyê 15 şervanên Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 15 şervanên Minbicê ku di demên cuda de şehîd bûbûn û li goristanên cuda hatibûn veşartin, bi merasîmekê li Goristana Minbicê ya Şehîdan hatin veşartin. -
Çeteyên Mertala Firatê êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir
Çeteyên Mertala Firatê ya ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. -
Gelê Efrînê ref bi ref çekan radike
Piştî ku tehdîdên Erdogan ên dagirkirinê zêde dibe, gelê Efrînê ref bi ref tevlî Hêzên Parastina Cewherî dibin û çekan radikin. -
PYD: Dewleta Tirk Efrînê dike hedef
PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk di siyaseta navxweyî de asê maye û Efrînê dike hedef. PYD’ê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û banga bihisyariyê li saziyên navneteweyî kir. -
Yûsif: Divê koalîsyona navneteweyî li dijî êrîşan helwestekî zelal nîşan bide
Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê ji Çira Tv re axivî. -
YPG'ê bîlançoya 10 rojên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên 10 rojên dawî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir. -
YPG: Nekevin nava xewn û xeyalan; Efrîn dewama Kobanê ye
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd bersiv da gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Efrînê û destnîşan kir ku Efrîn dewama Kobanê. Mehmûd got, "Divê kes nekeve nava xewn û xeyalan." -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Rênas bi merasîmekê hate veşartin
Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Şihab Doxan (Rênas) bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Cenazeyê du şehîdên azadiyê li Şedadê spartin axê
Welatiyên navçeya Şehdadê ya Kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê du şervanên Yekîneyên YPG’ê Hesen û Elî yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Goristana şehîdan spartin axê. -
TEV-DEM: Li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin
Partiyên di nava TEV-DEM'ê de cih digirin nerazîbûn nîşanî êrîş û gefên li dijî Efrînê dan û bang li rêxistinên mafên mirovan, hêzên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin. -
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo: Efrîn wê bibe fînal
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo li ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrîn û Minbicê axivî û got, "Çawa ku hêzên me YPG/YPJ'ê herêm ji DAÎŞ'ê paqij kirin, xuya ye bûye qedera me ku em herêmê ji belayê Erdogan jî paqij bikin." -
Yûsûf: Ew ê Tirkiye li Efrînê tarûmar bibe!
Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsûf diyar kir ku Efrîn ji şer re amade ye û got, “Ne bi tenê Efrîn, ew ê hemû gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Heke Tirkiye êrîş bike, ew ê tarûmar bibe.” -
YPG'ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê û Reqayê da
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdên Bagera Cizîrê û Reqayê bi raya giştî re par ve kir. YPG’ê diyar kir ew ê xeyalên şehîdan, azadiyê pêk bînin. -
Artêşa Tirk a dagirker 2 top li navenda Efrînê da
Artêşa Tirk a dagirker Kantona Efrîna dan ber topan. Di encama topbaranê de 2 top li navenda Efrînê ket. Tevgera balafirên keşfê jî heye. -
Cenazeyê şehîd El Casim hate veşartin
Welatiyên herêma Kerama cenazeyê şervanê QSD‘ê Îsmaîl El-Casim bi merasîmekê li Goristina Şehîd Sêvdar veşartin. -
Gelê Hesekê 4 şehîdên xwe spartin axê
Welatiyên Hesekê cenazeyê 4 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Li Eyn Îsa cenazeyê 3 şehîdên azadiyê hate veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 3 şehîdên azadiyê bi merasîmekê li goristana gundê Hikûmiyê spartin axê. -
Meclîsa Kantona Efrînê: Em ê mafê xwe yê rewa yê xweparastinê bi kar bînin
Meclîsa Kantona Efrînê diyar kir ku, heke li dijî Efrînê êrîş pêk werin, ew ê mafên xwe yên rewa yên xweparastinê bi kar bînin. -
Cenazeyê 3 şehîdên QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê. -
Li Efrînê salvegera Kongra-Star hate pîroz kirin
Li Efrînê salvegera 14’emîn a Kongra-Star hate pîrozkirin -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Îsmaîl Ehmed hate veşartin
Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Îsamîl Ehmed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê spartin axê. -
Artêşa Tirk muhîmmata leşkerî li depoya Cebel El Şêx bi cih dike
Tê gotin artêşa Tirk muhîmmata leşkerî û çekan li depoya Cebel El Şêx li bejahiya rojavayê Helebê bi cih dike.