Gelê Hesekê 4 şehîdên xwe spartin axê

Welatiyên Hesekê cenazeyê 4 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Şervanên YPG‘ê Hêşan El-Wedaa (Elaa) û Ehmed Hemze (Agirî), şervanê QSD‘ê Mustefa Mihemed bi (Şûcaa Hizêm) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Enes El-Mele di berxwedana Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.

Ji bo merasîma cenazeyê şehîdan, bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê li ber avahiya Meclîsa Mablatên Şehîdan a Hesekê kom bûn. Girse darbesta her çar şehîdan ku bi çîçekan û wêneyên wan hatibûn xemilandin ji navendê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Samiya Xelîl, li ser navê YPG’ê Fermandar Îbrahîm Hesekê û Hevserokê Meclîsa Navçeya Holê Emar El-Mûsa axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin.

Bavê şehîd Agirî jî axivî û anî ziman ku kurê wî ji bo aştî û aramiya herêmê şer kir û şehîd bû.

Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê her çar şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.