Meclîsa Kantona Efrînê: Em ê mafê xwe yê rewa yê xweparastinê bi kar bînin
Meclîsa Kantona Efrînê diyar kir ku, heke li dijî Efrînê êrîş pêk werin, ew ê mafên xwe yên rewa yên xweparastinê bi kar bînin.
Meclîsa Kantona Efrînê diyar kir ku, heke li dijî Efrînê êrîş pêk werin, ew ê mafên xwe yên rewa yên xweparastinê bi kar bînin.
Meclîsa Kantona Efrînê têkildarî gefên Serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan ên li dijî Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî peymana Astana ya avakirina ʺherêmên kêmkirina şerʺ ya ku sînorê kantona Efrînê û navçeyên wê jî dikeve nav vê herêmê, dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ketiye Îdlîbê.
BANG
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Hê di roja destpêkê de komên çekdar gundên ser sînorê Efrînê topbaran kirin. Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk ku hewl dida zextê li Rûsya û cîhanê bike da ku nûnerên Bakurê Sûriyeyê tevlî Sociyê nebin, lê hewldanên wan têk çûn.
Beriya niha bi du rojan, dewleta Tirk ji nava Tirkiyeyê gund û navçeyên Efrînê bi çekên giran topbaran kir. Di encama topbaranê de ya ku heta niha dewam dike, sivîl ji cihê xwe koçber bûn.
Em wekî kantona Efrînê bang li hemû hêzên çalak li herêmê, hemû saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin û destûrê nedin dewleta Tirk ku sivîlan û herêmên bi ewle bike armanca êrîşên xwe.
Em ê mafê xwe ya parastina rewa bi kar bînin û em ji encaman jî ne berpirsyar in. Em bang li gelê xwe yê li tevahiya cîhanê dikin ku piştgirî bidin xizmên xwe yên li kantona Efrînê.ʺ