Cenazeyê şehîd El Casim hate veşartin

Welatiyên herêma Kerama cenazeyê şervanê QSD‘ê Îsmaîl El-Casim bi merasîmekê li Goristina Şehîd Sêvdar veşartin.

Welatiyên herêma Kerama û gundewarên Reqayê ji bo merasîma cenazeyê şehîd Îsmaîl kom bûn. Girse piştî ku cenaze wergirketin bi kerwaneke wesayîtan ku bi wêneyên şehîd û alên QSD‘ê hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Sêvdar ve bi rê ketin û bê navberê dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîr dikin.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê leşkerî ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Ji rêveberên Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd Îsmaîl re xwest û bi bîr xistin ku şehîd Îsamîl di malê de şehîdê duyemîne. Hesen banga xwedîderketina li xeta şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Casim Silêman jî soza da malbatên şehîdan ku ew ê hetanî dawî parastinê herêmê bikin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman ve hate veşartin.