PYD: Dewleta Tirk Efrînê dike hedef

PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk di siyaseta navxweyî de asê maye û Efrînê dike hedef. PYD’ê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û banga bihisyariyê li saziyên navneteweyî kir.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘SÎSTEMA ME JI ALIYÊ GELAN VE HATE PEJIRANDIN’

 “Rêjîma faşîst a Tirkiyeyê çete ji tevahiya cîhanê kom kirin,  ew perwerde û birêxistin kirin û ew şandin Sûriyeyê. Rêjîma Tirk di sala 2012’an de piştgirî dida çeteyên ku êrîşî Serêkaniyê kirin, piştre ji bo çete bajarê Girê Spî û Kobanê dagir bikin piştgirî da çeteyan.

Di heman demê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Jin ji bo parastina pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê roj bi roj şehîd û qurbanî didan.

Bi vê berxwedaniya pêkhateyan re li ser hîmê jiyana hevbeş û yekîtiya gelên herêmê rêveberiyên xweseriya demokatîk hatin avakirin, piştre jî ber bi Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve gavek hate avêtin. Ev proje ji aliyê gelên Bakurê Sûriyeyê ve hatiye pejirandin. Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeyê  ya Demokratîk di şerê li dijî terorê de bûne mînak û sembol.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE LI ERDINGARIYÊ ALOZÎ DERBIXE’

Rejîma Tirk ku di nava aloziyeke hundirîn de fetisiye hewl dide Bûlgaristan, Ermenistan, Yewnanistan, bakurê Afrîka, Bakurê Sûriyeyê û herêma Başûrê Kurdistanê tevlihev bike.

Tirkiye li hemberî hemû rê û rêbazên çareseriyê yên ji bo aloziya Sûriyeyê bûye astengiya herî mezin. Herêma Efrînê ku ev çend sal in di çembereke aborî de ye û zêdetirî nîv milyon koçberên ji herêmên Sûriyeyê dihewîne. Di heman demê de  bi awayekî domdar ji aliyê Tirkiyeyê ve tê topbarankirin. Ev polîtîkayên Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê ne.

Wekî Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) em topbarana li dijî herêma Efrînê bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî Efrînê pêk bînin.

JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BANG

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariya Navneteweyî jî dikin ku yekser tevbigerin û herêma Bakurê Sûriyeyê ango herêmên rojava û rojhilatê Çemê Firatê bikin herêmên bi ewle. Ev yek wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî rêpîvanên rewa yên navnetewî encamekê bi xwe re bîne.

Em ji Kurdistaniyên li Ewrûpayê û hêzên demokratîk jî dixwazin ku dengê berxwedaniya Efrînê ji bo tevahiya cîhanê ragihînin û çalakiyên xwe yên aştiyane zêde bikin.

Em dîsa dibêjin Efrîn wê ne bi tenê be, hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê amade ne ku refên xwe bikin yek û li hemberî wê êrîşkaran bisekinin.”