TEV-DEM'ê li dijî êrîşên li ser Efrînê bang li gelên Sûriyeyê kir

TEV-DEM'ê bang li civaka Sûriyeyê û hêzên welatparêz û demokratîk kir ku destûrê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê.

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê da û bang li gelê Kurd û civaka Sûriyeyê kir ku destûrê nedin êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê. Desteya Rêveber destnîşan kir ku civaka navneteweyî jî, li gorî pîvanên navneteweyî ji ewlekirina gelê Efrînê berpirsyar e.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê ya li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê wiha ye:

"Êrîşên rejîma Tirkiyeyê yên li ser kantona Efrînê gefxwarina li ser tevahiya gelê Sûriyeyê ye. Gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina Efrînê xeterî û bandoreke xwe ya bê sînor li ser tevahî aliyan dike. Nexasim ku ev êrîşên di demeke wisa de pêk tê ku projeya Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ya ku xwe dispêre vîna hemû gelên Bakurê Sûriyeyê  û Rojava tê rûniştandin, ev proje çareseriya herî guncaw a rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyeyê, her wiha derfeteke rast ber bi paşerojeke ji bo tevahî gelê Sûriyeyê amade dike, ji ber ku rastiya vê projeyê di çarçoveya heqîqeta jiyana hevbeş û biratiya gelan û yekîtiya çarenûsa dîrokê de pêk tê.

Her wiha gefxwarinên rêjîma Tirkiyeyê encamên xwe, têkçûyîna xebatên navdewletî yên çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Erka Yekîneyên Parastina Gel û Yekîntyên Parastina û Hêzên Sûriyeyê Demokratîk di vê çarçoveyê mafên rawa pêk tê.

Êdî erka vê hêzê bûye parastina sînorê van kantonan û tevahî gelê Bakurê Sûriyeyê, nexwazim ji ber ku hejmareke koçberên Sûriyeyê yên ji ber şer xwe spartina hersê kantonan gihaştina 2 milyon û nîvî, ji ber vê yekê pêwîste ji bo wan ewlehî were peydakirin.

Wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê em êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê, navçe û gundên wê şermezar dikin û bang li civaka Sûriyeyê, hemû hêzên niştimanî û demokratîkxwaz dikin ku topbarana Tirkiyê qebûl nekin û rastiya rejîma Tirkiyê û niyeta wê ya parçekirina Sûriyeyê nas bikin. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku li gorî pîvanên navdewletî, peyamana Neteweyên Yekbûyî ya parastina ewlekariyan welatan ji êrîşên dijber tevbigerin. Çawa îro hêzeke leşkerî dagirker rojane Efrînê, Minbicê topbaran dikin da ku wan dagir bikin. Em tekez dikin ku wê Efrînê ne tenê be. Em bang li gelê Kurd li her deverê û gelê Sûriyeyê dikin ku derkevin xwepêşandan û dengê gelê Sûriyeyê bilind bikin û destûr nedin ku herêmên Bakurê Sûriyeyê rastî êrîşan were. Efrîn nimûneya rêxistinbûyînê ye ku dikare êrîşan bişîne."