Yûsif: Divê koalîsyona navneteweyî li dijî êrîşan helwestekî zelal nîşan bide

Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê ji Çira Tv re axivî.

Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif têkildarî gef û êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê ji Çira Tv re axivî.

Hediye Yûsif bi bîr xist ku ji dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye heta roja îro, dewleta Tirk bi awayekî dijminane li hemberî projeya demokrasiyê disekine û wiha dewam kir:

“Ji ber vê yekê Tirkiyeyê her cûre destek da komên çekdar û derbasî herêmê kirin. Ji bo aloziya li herêmê kûrttir bikin. Her wiha yek ji armanca sereke ya dewleta Tirk ew e naxwaze çareserî pêş bikeve.Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe li dijî projeya çareseriyê disekine. Gelên li herêmê hemû yên li Bakurê Sûriyeyê, Kurd, Ereb, Tirkmen û Siryan, bi vê armanca dewleta Tirk dizanin. Bi taybetî di vê dema dawî de ji ber ku riyên çareseriyê zelaltir dibin, nimûneya çareseriyê li Bakurê Sûriyeyê bi pêş dikeve, dewleta Tirk ketiye nava metirsiya ku hebûna xwe li herêmê winda bike. Ji ber vê yekê gefan li gelê me yê Efrînê dixwe û di bin vê yekê de planên cuda jî hene. Hedefa dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Gelên herêmê wê bi helwesteke hevgirtî, li dijî van êrîş û gefan li ber xwe bidin. Bi hatina dewleta Tirk re wê pêvajoyeke nû dest pê bike û ya ku di vê pêvajoyê de winda bike wê dewleta Tirk be.”

Hediye Yûsif li ser bêdengiya koalîsyona navneteweyî û Rûsyayê ya li hemberî êrîş û gefan jî got ku:

“Rast e bêdengiyek li herêmê heye. Em jî vê bêdengiyê tawambar dikin. Ji ber ku divê koalîsyona navneteweyî helwestekê nîşan bide. Çima? Ji ber ku Efrînê di şerê li dijî terorê de li Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê li gel koalîsyona navneteweyî cih girt. Ji bo aramî û azadiya gelên herêmê bi sedan şervan ji Efrînê şehîd bûn. Hêzên me yên li Efrînê di nava YPG û QSD'ê de hezeke sereke ye. Ji ber vê yekê bêdengiya koalîsyona navneteweyî ne di cih de ye. Ev bêdengî jî xwe dispêre berjewendiyên wan. Ji ber ku naxwazin bi dewleta Tirk re li Efrînê werin hemberî hev. Di heman demê de nêzîkatiya Rûsyayê jî cihê şermê ye. Ji ber ku li herêmê di navbera YPG û hêzên Rûsyayê de têkilî hene. Wateyek tenê ya vê bêdengiyê heye; ew jî îhtîmal e di berdêla Îdlibê de hin tawîz dabin dewleta Tirk. Ji ber ku li Heleb û Şamê jî heman tişt kirin, em îhtîmalek mezin didin vê yekê.”