Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Rênas bi merasîmekê hate veşartin

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Şihab Doxan (Rênas) bi merasîmekî bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Şihab Doxan (Rênas) ê ku li Reqa di teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, ji nexweşdaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Di merasîmê de nûnerên Saziya Karûbarên Olî ya Tebqayê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Meclîsa Lihevanîn û Eşîran a Tebqayê, Yekîtiya Zaniyarên Îslamî yên herêma Cizîrê, hevserokê Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selom û şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê amade bûn.

Piştî ku karwanê cenaze gihişt Goristana Şehîd Xebat Dêrik li vir şervanên YPG’ê darbesta şehîd Rênas li ser milên xwe kirin û ber bi qada gorisitanê ve çûn. Li goristanê ji bo şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG, YPJ’ê merasîmekî leşkerî lidar xist. Piştre Endamê Fermandariya YPG’ê Hawar Dêrik axivî û wiha got: “Şehîd Rênas mînaka fedekariyê bû û her tim moralên hevalên xwe bilind dikirin. Em soz didin ruhê şehîd Rênas û hemû şehîdên azadiyê ku heta dawî li ser rêya wan têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Di merasîmê de Serokê Yekîtiya Zanyarên Îsalmî yê herêma Cizîrê Mihemed El Xerzî, li ser navê Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ehmed Ewad El-Hesen, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Şêx Hamid El Ferec û li ser navê malbata şehîd axaftin hate kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Rênas bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.