Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo: Efrîn wê bibe fînal

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo li ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrîn û Minbicê axivî û got, "Çawa ku hêzên me YPG/YPJ'ê herêm ji DAÎŞ'ê paqij kirin, xuya ye bûye qedera me ku em herêmê ji belayê Erdogan jî paqij bikin."

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrîn û Minbicê ji ANF'ê re nirxand.

Li ser gefa Serokkomarê Tirk Erdogan ku digot, "Şevekê em ê ji nişka ve bên, di nava hefteyekê de em ê êrîş bikin", Hemo destnîşan kir ku wê destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê her tim biparêzin. 

ERDOGAN JI ROJA DESTPÊKÊ VE DIJMINATIYÊ DIKE

Hemo diyar kir ku dewleta Tirk ev 6 sal in her ku firsendê dibîne êrîşî Rojava dike û destnîşan kir ku dewleta Tirk û serokê wê Erdogan ji roja destpêkê ve bi helwesteke dijminane nêzî Kurdan bû. Hemo anî ziman ku gefên Tayyîp Erdogan niha dixwin, êrîşên ku dike, ji bo wan ne tiştekî nû ye û got, "Ji xwe ev 6 sal in bi rê û rêbazên cuda li dijî Rojavayê Kurdistanê şer dike. Lê belê di van êrîşên xwe de ti carî bi ser neket."

Hemo bi bîr xist, dewleta Tirk beriya niha gelek caran bi rêya komên xwe yên çete li Heleb û Efrînê êrîşî gelê Kurd kirin û ev yek di arşîvan de heye. Sîpan Hemo ragihand, armanca bingehîn ji van êrîşan ew e ku di navbera gelê Kurd û gelên herêmê de şer bê derxistin û wiha dewam kir: "Ji ber ku ev bi ser nexist û nekarî fitneyê bixe nava gelan, ev plana wan şikest. Heman piştî destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bi heman rêbazê li Serêkaniyê bi destê Cephet El Nûsra êrîşî hêzên me kirin. Hêzên me li ber xwe dan û Serêkaniyê ji komên çete paqij kirin."

'HEMÛ PLANÊN WAN KIFŞ BÛN, JI HEV KETIN'

Fermandar Hemo destnîşan kir ku şerê qirêj û planên gemarî yên Erdogan û MÎT'ê kifş bûn, ji hev ketin û got, "Kifş bûn û her kesî fêhm kir bê ew kî ne. Êdî li cîhanê kes nameye ku nizane bê Erdogan hevkarê terorîstan û dijminê gelan e. Ji ber ku di destê wan de senaryoyeke din a ku karibe pê bilîze nemaye û bêçare mane, dixwazin gaveke bi vî rengî biavêjin. Bi awayekî vekirî gefê li Efrînê dixwin."

'BERSIVA ME WÊ GIRAN BE'

Hemo got, "Em tenê vê dibêjin: Erdogan dibe ya jî hinekî din dibe, kî êrîşî herêmên me yên Rojava bi taybetî jî Efrînê bike, kî gefê li destketiyên me bixwe, YPG wê di çarçoveya stratejiya xwe ya parastinê de bersiveke giran bide. Ji bo vê jî pêwîstî bi tiştekî din nîne" û wiha dewam kir: "Ev yek mafekî rewa ye û wezîfeya me ye. Em ê bi serbilindî vê wezîfeyê bi cih bînin. Çawa ku me planên gemarî yên Erdogan pûç kir, çawa ku me ji bo Kurdan û gelên xwe kir destketî, niha jî em ê bi vî rengî bikin. Em ê planên qirêj ên Erdogan careke din têk bibin. Çawa ku me planên beriya niha têk bir û ji bo gelên Rojava û Kurdan veguherand destketiyan, em ê planên gemarî yên Erdogan ên li ser Efrînê jî têk bibin û ji bo gelên Rojava, gelên Sûriyeyê, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê veguherînin destketiyên mezin."

'AMADEKARIYÊN ME JI BERÊ VE HEBÛN'

Li ser asta amadekariya wan a li dijî hewldaneke dagirkeriyê ya dewleta Tirk, Hemo diyar kir ku amadekariyên wan nû nîne, ji berê ve ew amade ne. Hemo got, "Li dijî êrîşeke gengaz a li hemberî Efrînê, asteke me ya bilind a amadekariyan heye. Asta me ya parastinê xurt e. Gelê Efrînê jî bi vê rastiyê zane. Em jî bi gelê Efrînê piştrast in ku mîna berê wê niha jî ji bo parastina axa Efrînê bi xurtî li ber xwe bide."

'EM Ê HELWESTA DYA, RÛSYA Û ÎRANÊ BIBÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Sîpan Hemo da xuyakirin ku eger Îran, Rûsya, Sûriye û DYA erê nekin, Tirkiye wê nikaribe êrîşeke bi vî rengî bike û got, "Ji ber ku hiqûqa navneteweyî rê nade vê. Ji ber ku welatekî cuda ye û gelek pîvan û hukmên dewletan pêşî li vê digire. Eger Tirkiye êrîşeke wiha bike, hingî wê were wê wateyê ku Rûsya, Îran, Sûriye û DYA ji nedîtî ve tên. Bêguman em li ser rewşeke gengaz diaxivin. Eger êrîş bê kirin û helwesteke cidî neyê nîşandan, wê gelê Kurd van hemûyan berpirsyar bibîne."

BANGA LI GELÊN SÛRIYEYÊ

Hemo der barê hêzên ku ji bo planên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê tevdigerin û ji bo gelên Sûriyeyê wiha axivî: "Êdî dem hatiye ku hin tişt bi rengekî vekirî ji gelên Sûriyeyê re were gotin. Şoreşa Sûriyeyê sala 2011'an bi dirûşmên gelekî pîroz û armanca azadiya gel dest pê kir. Me wê wextê jî helwesta xwe bi zelalî nîşan da û gotibû, 'Em bi serhildanên li Sûriyeyê re ne'. Lê mixabin aliyên qirêj ên mîna Erdogan xwestin pêvajoya şoreşê ya armancên paqij ên gelên Sûriyeyê ji bo xwe bi kar bînin. Li Sûriyeyê dek û dolab gerandin. Destpêkê hêvî dan gelên Sûriyeyê, piştre hewl dan bi xwe ve girê bidin. Şoreşa Sûriyeyê ji rê derxistin, gemarî kirin, reş kirin. Şoreşa Sûriyeyê xistin xizmeta Cephet El Nûsra û DAÎŞ'ê. Bi vî rengî alîkariya cîhanê ya ji bo Şoreşa Sûriyeyê kêm kirin û gelên Sûriyeyê bi xwe ve girê dan."

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo, ji bo komên bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê got, "Wê li dijî dewletê şer bikira. Lê belê ew şaş kirin û weke qoriciyên Erdogan li dijî gelên Sûriyeyê û gelê Kurd şer kirin." 

Hemo anî ziman ku ti niyeta Erdogan a ji bo alîkariya ji Şoreşa Sûriyeyê re nîne û xwest, gelên Sûriyeyê vê rastiyê bibîne û li cem gelê Kurd li dijî vê zîhniyeta bazirgan û faşîst helwestê nîşan bidin.

'TIFAQA LI ÎDLIBÊ DEWAM DIKE'

Hemo, şerê li Îdlibê jî weke parçeyek ji tifaqa li Astanayê nirxand û got, "Qala tifaqa navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê ya li Astanayê tê kirin. Gelek kes niha dibêjin ku şerê niha li Îdlibê diqewime li derveyî vê tifaqê ye. Ev tespît şaş e. Berevajî, şerê ku niha li Îdlibê diqewime şerekî di çarçoveya vê tifaqê de ye. Di civîna Astanayê de li hev kirin ku ji bo pêşî li rejîmê were vekirin, Tirkiye hin nuqteyan kontrol bike û bi vî rengî rê li ber rejîmê veke. Şerê ku niha li Îdlibê diqewime, ne li derveyî vê çarçoveyê ye."

Sîpan Hemo destnîşan kir ku mîna li Hûms, Hama, Heleb û deverên din ên Sûriyeyê, dewleta Tirk niha jî li Îdlibê mûxalefetê difiroşe.

'EM NÎQAŞÊ LI SER EFRÎN Û MINBICÊ NEKIN, DIVÊ NÎQAŞ LI SER CERABLÛS Û BABÊ WERE KIRIN'

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo bal kişand ser gefên Erdogan ên li Efrîn û Minbicê dixwe û wiha dewam kir: "Sedema daxwaza êrîşa li dijî Efrînê û bilêvkirina navê Minbicê yek e. Tirkiye ji bo pêşî li Şoreşa Rojava û destketiyên Kurdan bigire, bi vî rengî tevdigere. Ya rast, dema ku qala Minbicê dike mebesta xwe Amerîka ye. Di nava van hêzan de çi soz hatine dayin, em pê nizanin. Divê ev pirs ji Amerîkayê bê pirsîn. Rizgarkirina parçeyekî Rojavayê Kurdistanê wezîfeya bingehîne û em ê vê wezîfeya xwe bi cih bînin. Em li ser Efrînê, li ser Minbicê nîqaşê nakin. Ji xwe axa Rojavayê Kurdistanê; Cerablûs û Bab dagirkirî ye. Ya esasî, divê em li ser rizgarkirina van herêman nîqaşê bikin."

'WÊ BIBE ŞEREKÎ DÎROKÎ, WÊ BIBE FÎNAL'

Fermandar Sîpan Hemo herî dawî bang li gelê Kurd kir û got, "Şerê ku biqewime wê şerekî dîrokî be, wê bibe fînal." Hemo got, "Ev fînal wê hem ji bo Rojavayê Kurdistanê, hem ji bo hemû Kurdan hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe fîlan. Ji ber ku Serokkomarê dewleta Tirk ê ku pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk hene, bûye belayê serê tevahiya herêmê. Bûye belayê serê Kurdan, Ereban, Asûrî, Tirkan û hemû gelên din. Çawa ku hêzên me YPG/YPJ'ê herêm ji DAÎŞ'ê paqij kirin, xuya ye bûye qedera me ku em herêmê ji belayê Erdogan jî paqij bikin. Şerê Efrînê wê bibe şerekî wiha. Em pê piştrast in ku gelê Kurdistanê, gelê Ereb, gelên Sûriyeyê, herêmê û gelemperiya cîhanê wê li cem têkoşîna rewa û mafdar a gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê cih bigirin û li dijî faşîstên ku dixwazin êrîşî gelê Kurd bikin û mafên wan ji holê rakin, helwestê nîşan bidin."