Yûsûf: Ew ê Tirkiye li Efrînê tarûmar bibe!

Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsûf diyar kir ku Efrîn ji şer re amade ye û got, “Ne bi tenê Efrîn, ew ê hemû gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Heke Tirkiye êrîş bike, ew ê tarûmar bibe.”

Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsûf polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê û plana Tirkiyeyê ya êrîşa dagirker ji Jinnewsê re nirxand.

‘TIRKIYE TU ENCAM BI DEST NEXIST’

Hin beşên nirxandina Foza Yûsûf wisa ye:

‘Polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê ne ji bo îstîkrar û çareseriyê ye. Tirkiye li pey berjewendiyên xwe dikeve û hesabê para xwe dike. Çawa ku di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de welatan sînorên xwe berfireh kirin û li gorî xwe hin qad bi dest xistin, nêteke Tirkiyeyê ya wisa jî heye. Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de gelek metod û taktîk kir, lê ligel van hemû hewldanan Tirkiyeyê tu encam bi dest nexist.

Di çavê Tirkiye û AKP’ê de projeya me ya Sûriyeya Demokratîk, tehdîf û gefxwarinek e. Tirkiye bi vî awayî dinirxîne. Ji bo ku projeya Sûriyeya Demokratîk nekeve meriyetê AKP’ê serî li tifaqên cihê da. Ya herî eşkere jî êrîşa wê ya li dijî Cerablûs, Ezaz û Babê ye. Armanca wan ev e ku Efrîn û Kobanê negihêjin hev. Tirkiye dibêje qey bi bidestxistina Cerablûs û Babê serkeftinek bi dest xistiye.

Tirkiyeyê bi vî tiştî re mûxalefet li holê hişt. Helep dewrî Rûsyayê hate kirin. Li dijî Helebê Cerablûs û Bab bi dest xist. Li ser esasê ku Rûsya û Sûriyeyê xwestin Dêrazorê azad bikin peymaneke nû çêkirin û Tirkiyeyê jî beramberî Îdlîbê pêvajoya pevguhertinê hate destpêkirin. Ev tifaqeke nû ye û armanca wan ev e ku xebatên me asteng bikin.

Hemû planên êrîşê yên Tirkiyeyê têk çû. Herî dawîn artêşa Tirkiyeyê jî ji neçarî bû parçeyekî vî şerî û ji neçarî ketin Îdlîbê. Di serî de Tirkiyeyê dixwest hemû Sûriyeyê bi dest bixe û digotin, “Em ê li Emeviyê nimêjê bikin.” Tirkiyeyê dixwest li qadên Helep û Hûmûsê bandora xwe çêbike, lê bi ser neket. Ji bo ku Kurd tu tiştekî bi dest nexin, her rê û metod ceribandin. Di esasê xwe de stratejiya wê ya li ser Sûriyeyê têk çû.

‘EFRÎNÊ HER DEM XWE LI GORÎ ŞER RÊXISTIN KIR’

Efrînê her dem xwe li gorî şer rêxistin kir. Xebatên avakirina çeperan, amadekirina gel, cebilxane, perwerdekirina hêzên leşkerî û zêdekirina hêzan didome. Ji ber ku îxtîmala êrîşa Tirkiyeyê yan jî yên hêzên din hebû, Efrînê li ser vî esasî xwe bi rêxistin kir. Heke şerek pêk were, ne bi tenê Efrîn, ew ê hemû gel li dijî vî şerî li ber xwe bidin. Gelek gefxwarin heye. Rêxistinên selefî û terorîst dixwazin xwe ji nû ve birêxistin bikin û têkevin qadên me.

‘EW Ê TARÛMAR BIBIN’

Projeya me ya projeyeke rasteqîn e. AKP dixwaze vê projeyê asteng bike û li ser vî esasî hêzên xwe seferber dike. Ev ne bi tenê sînordariya li Soçiyê ye. Dixwazin Kurd tu mafên xwe bi dest nexin. Heke li Sûriyeyê çareseriyek pêk were, ev tê wateya hilweşandina rejîma Tirkiyeyê. Çareseriya li vê derê ew ê bibe alternatîfeke nû û dixwazin pêşiya vî tiştî bigirin.

Heta niha xisara me negihiştiye Tirkiye, Iraq an jî welatekî din. Têkoşîna me li nava Sûriyeyê ye. Lê heke Tirkiye têkeve nava vî şerî û stratejiya xwe bidomîne, ew ê tarûmar bibe. Heke Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn rola xwe bi cih bîne, divê welatê xwe demokratîk bike û doza Kurdan ya li ba xwe çareser bike. Heta ku pêvajoyeke aştiyê dest pê neke, Tirkiye nikare xurt bibe.”