Çeteyên Mertala Firatê êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir

Çeteyên Mertala Firatê ya ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Çeteyên Mertala Firatê yên girêdayî dewleta Tirk êrîşî nuqteyên  Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê El-Mehsesnlîyê kirin. Ev gund li bakurê rojavayê Minbicê ye.

Di encama bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, di navber her du aliyan şer çêbû.

Dema artêşa Tirk a dagirker êrîşî Kantona Efrînê dike, çeteyên Mertala Firatê jî êrîşên xwe yên li dijî herêmên bakur û bakurê rojavayê Minbicê zêdetir kirin.