Li Şehbayê dewleta Tirk hat protestokirin

Li Şehbayê bi meşekê gefên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê hate protestokirin.

Meşa gel li  pêşiya mizgefta bajarokê Fafîn dest pê kir. Xwepêşandêran pankartên “Weke çawa li Kobanê û Reqa em bi ser ketin li Şehba û Efrînê jî em ê bi ser bikevin, em ê pergala terorîst Erdogan hilweşînin, berxwedan jiyan e, teslîmiyet xiyanete, em bêdengiya raya giştî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên Efrîn û Şehbayê şermezar dikin” vekiribûn di nava kolanên sereke yên bajarokê de meşiyan û bê navber dirûşmeyên ” Ji dagirkriya Tirkiyê re na û yek yek yek e Efrîn û Şehbayê yek in” qîr kirin.

Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqîqeyek rêzgiritnê destpêkir û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin; “Em weke hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê di rojekî wiha dirokî de em piştgiriyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk , em dizanin ku hêza yekane ya li dijî terorê li Girê Spî, Kobanê, Minbic, Şehba, Şêxmeqsûd, Reqa û Dêra Zorê derketî Hêzên Sûriyeya Demorkatîke.”

Li aliyê din di daxuyaniyên hatî dayîn de êrîşên artêşa Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate ragihandin ku wê gelê Kantona Şehbayê her tim xaka xwe biparêzin.

Mîtîng bi silavdayîna şervanên QSD, YPG û YPJ’ê yên di berxwedana Efrînê de cih digrin re bi dawî bû.