Li Eyn Îsa cenazeyê 3 şehîdên azadiyê hate veşartin

Welatiyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 3 şehîdên azadiyê bi merasîmekê li goristana gundê Hikûmiyê spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed El-Recil (Ebû Sedam), Ehmed Naqor (Ebû Zekî) û şervanekî ku nasnameya wî nehat zanîn ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê QSD’ê Ciwan Ebû Şewket axivî û got; “Em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û em ê tola wan hilînin.”

Li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdullah Hemo jî axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan gelê herêmê li ser axa xwe azad dijîn.

Piştre cenazeyê her sê şehîdên azadiyê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.