Cenazeyê 3 şehîdên QSD’ê bi merasîmekê spartin axê

Welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên QSD’ê Îzedîn Silêman (Rojhilat), Reca Siûd (Lîvar) û Ferhan Receb (Esîl Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Mehmûd Firat axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Firat wiha domand; “Em ê rê nedin tu hêzê din ku dib in îddîayên çareserkirina aloziyê li Sûriyeyê de xaka me dagir bikin. Em ê heta dawiyê li pey şopa şehîdên xwe bin.”

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Telal Ebdullah jî di axaftina xwe de fedakariyên şehîdan anî ziman û bal kişand ser jiyana hevbeş a li Bakurê Sûriyeyê.

Piştî axaftinan, wesîqeta her sê şehîdan ji aliyê Endama Saziya Malbatên şehîdan Berae El-Hays ve hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG`ê darbesta  her sê şehîdan danîn ser milan û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û bi tilîliyên dayikan li goristanê spartin axê.