YPG'ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê û Reqayê da
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdên Bagera Cizîrê û Reqayê bi raya giştî re par ve kir. YPG’ê diyar kir ew ê xeyalên şehîdan, azadiyê pêk bînin.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdên Bagera Cizîrê û Reqayê bi raya giştî re par ve kir. YPG’ê diyar kir ew ê xeyalên şehîdan, azadiyê pêk bînin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 4 şervanên wan di Bagera Cizîrê û Reqayê de şehîd bûne û got ew ê xeyalên şehîdan, azadiyê pêk bînin.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
"Hebûna çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakurê Suriyê roj bi roj ber bi tunebûyînê ve diçe. Pêngava Bagera Cizîrê ku bi pêşengtiya QSD’ê, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û YPG-YPJ’ê hatibû destpêkirin û rizgarkirina Dêrezorê û gundewarên wê hatibû armanc kirin, tekoşîna ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye meşandin bi xwe re deskeftiyên mezin aniye. Bêguman ev destketî bi berdelên giranbûha hatine bidestxistin. Ji bo ku yek çete jî li xaka Rojava û Bakurê Suriyê nemîne tekoşîna me wê hertim berdewam bike.
Di dîrokên cuda de sê rêhevalên me di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirin şehîd bûn. Her wiha rêhevalekî me li Reqqayê di operasyona paqijkirina bermahiyên çeteyan de şehîd bûye.
Em YPG û YPJ tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re dixwazin. Em careke dî soz didin ku xeyalên şehîdan a azdiyê pêk bînin."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Cîgerxwîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Elî Ibrahîm
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Hemîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 15 Çile 2018
Nasnav: Hazim Şedadê
Nav û Paşnav: Elî El Hesen
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Xelef
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Mijdara 2017
Nav û Paşnav: Hesen El Hisên
Navê Dayikê: Cewhera
Navê Bav: Enter
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 14 Çile 2018
Nasnav: Rênas Erzurum
Nav û Paşnav: Şahap Dogan
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Celal
Cihê Ji Dayikbûnê: Erzurum
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 13 Çile 2018