Cenazeyê du şehîdên azadiyê li Şedadê spartin axê

Welatiyên navçeya Şehdadê ya Kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê du şervanên Yekîneyên YPG’ê Hesen û Elî yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Goristana şehîdan spartin axê.

Cenazeyê şervanên YPG’ê Hesen El- Hisên (Basil) Elî El- Hisên (Hazim Şedad) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn ji aliyê sedan welatiyan ve bi merasîmekê hatin spartin.

Welatiyên navçeya Şedadê cenazeyên herdu şehîda ji Navenda Meclîsa Malabatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekê ber bi Goristana şehîdan ê navçeya Şedadê ve ketin rê.

-Li Goristanê ji bo şehîdên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmek hate lidarxistin.

Piştre jî ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Elî Hesekê ji malbatên herdu şehîdan re sersaxî xwest û got: “Em ê rêya şehîdên azadiyê bişopînin û xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin. Em bigihêjin serkeftin û dawiyê li zilmê bînin.

Piştî ku nasnameya şehadetê yên herdu şehîdan hate xwedin, radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan li gel dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve spartin axê.