Cenazeyê 15 şervanên Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyê 15 şervanên Minbicê ku di demên cuda de şehîd bûbûn û li goristanên cuda hatibûn veşartin, bi merasîmekê li Goristana Minbicê ya Şehîdan hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên Minbicê bi alên Hêzên Erka Xweparastinê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Nexweşxaneya Firatê li hev civiyan û cenazeyê 15 şehîdan wergirtin. Piştî wergirtina cenaze bi dirûşmeyan gel derbasî Goristana Şehîdan a Minbicê bûn.

Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û ji bo şehîdên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Piştre li ser navê nûnerên partiyan axaftin hate kirin û di axaftinan de şehîdên rizgarkirina Minbicê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên 15 şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Piştre bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan cenazeyê şervanên azadiyê li goristanê hatin veşartin.