NY: Hevdîtinên li ser Sûriyeyê wê li Viyanayê were lidarxistin
Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê tura 9’an yên hevdîtinên aşitiyê yên Sûriyeyê di 25-26’ê Çileyê de li Viyanayê were lidarxistin.
Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê tura 9’an yên hevdîtinên aşitiyê yên Sûriyeyê di 25-26’ê Çileyê de li Viyanayê were lidarxistin.
Li Rûsyayê amadekariyên ji bo civîna Soçî ku wê di dawiya mehê de bê lidarxistin û bi armanca anîna gel hev ya ‘aliyên’ Sûriyeyê didomin. Netewên Yekbûyî ragihand ku turên hevdîtinan ku bi Cînevê destpêkirî wê berdewamiya wan li Avûstûryayê were kirin.
Mûzakereyên dibin çavdêriya NY de li paytext Viyanayê wê bê kirin, têkildarî beşdarbûna aliyan agahî nehate dayîn.
Li Rûsyayê di 29-30’ê Çileyê de li Soçiyê ji bo anîna gel hev ya aliyên Sûriyeyê civînekî di asta bilind de tê lidarxistin. Civîna ku bi navê Kongreya Diyaloga Netewî wê were lidarxistin, ne diyare ku beşekî girîng yên komên ku welatên Bendavê û Tirkiye piştgirî didin wan, beşdar bibin yan ne.
Tura 8’an a hevdîtinên Cînevê ku ji sala 2012’an ve ji aliyê Netewên Yekbûyî ve tê lidarxistin bê encam mabûn. Di van hevdîtinan de nevexwendina Kurdan ku ji ber zextên dewleta Tirk, weke sedemê serneketinê tê nîşandan.