TEV-DEM: Li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin

Partiyên di nava TEV-DEM'ê de cih digirin nerazîbûn nîşanî êrîş û gefên li dijî Efrînê dan û bang li rêxistinên mafên mirovan, hêzên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin.

PYD, Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komeleya Niştimanî ya Kurdistanê û El Partî, li dijî êrîş û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hatin gotin ku di şerê 7 salan ê Sûriyê de, hêzên navneteweyî û herêmî destwerdana herêmê dikin û siyasetên ku xizmeta berjewendiyên wan dikin, didin meşandin. Partiyan gotin, "Di vê rewşê de rêxistin û hêzên siyasî di bin raya Tevgera Civaka Demokratîk de xeta sêyemîn hilbijartin. Ev tevger ji bo parastin û yekîtiya Sûriyeyê tevdigere û ji bo çareserkirina aloziya herêmê projeyên siyasî pêşkêş dike."

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku aliyên li dijî çareseriya siyasî, helwestên dijminane li hember projeyên demokrasiyê ku hêviyên gelên Sûriyê pêk tînin nîşan didan û wiha hat gotin, "Projeyên demokrasiyê ne li gorî berjewendiyên sîstemên desthilatdar in. Ji ber vê sedemê hikumeta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide bi rêya destekdayîna komên çete, axa Sûriyê dagir bike. Niha jî Erdogan gefa êrîş û dagirkirinê li herêma Efrînê dixwe, di rojên dawî de jî artêşa Tirk a dagirker êrîşî Kantonên Efrînê û Şehbayê kirin û herêmên niştecihbûna sivîlan kirin hedef. Li hember vê faşîzmê civaka navneteweyî bêdeng e."

Di dawiya daxuyaniyê de partiyên TEV-DEM'ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bi tundî şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava-Bakurê Sûriyê rawestînin.