Li Efrînê teqîn û şer
Li xacerêya Kawayê Hesînkar a li Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket.
Li xacerêya Kawayê Hesînkar a li Efrînê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket.
Hate ragihandin ku li xaçerêya Kawayê Hesînkar a li Efrînê çeteyên dewleta Tirk bihev ketin, di şer de kuştî û birîndarê çeteyan hene. Li aliyê din li bajar êrîşeke bi wesayîta bombebarkirî pêk hat.
Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku îro piştî nîvro li xacerêya Kawayê Hesînkar a li Efrînê di navbera çeteyên Sultan Mihemed El-Fatih û tabûra 9’an a çeteyan yên dewleta Tirk de şer derket. Hate ragihandin di şer kuştî û birîndarên çeteyan hene.
Heman çavkaniyê diyar kir ku li bajar wesayîteke bombebarkirî teqiya û ji ber teqînê 4 kes birîndar bûn.
Nehate zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn.