YPG’ê li dijî çeteyên Tirk çalakî pêk anîn

YPG’ê, 9’ê Tebaxê ji bo bîranîna du şervanên xwe yên di encama komployê de hatî şehîdxistin, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên tolhildanê pêk anîn. Herî kêm 19 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê da zanîn ku ev çalakiyên bersivdayînê 29’ê Tebaxê hatine lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna du şervanên YPG’ê ku di 9’ê Tîrmehê di encama komployekê de hatî şehîdxistin hatiye lidarxistin.

Li gundên Biyê û Kefr Nebo yên navçeya Şêrewa ya Efrînê jî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêze çalakî hatin lidarxistin. Agahiya çalakiyan wiha ye:

“1. 29’ê Tebaxê saet 01:00’ê hêzên me li gundê Biyê yê Şêrawa li dijî koma çete ya bi navê Firqet Hemze çalakiyeke bi bandor lidar xistiye. Di vê çalakiyê de komeke çete ya li hev kom bûyî hatiye armanckirin û ji nêz ve hatiye lêdan. Di vê çalakiya ku singe sing şer qewimî de 10 çete hatiye kuştin, 2 heb çekên AK-47 hatine desteserkirin, motorek jî hatiye tunekirin. Gelek çete jî ji cihê çalakiyê reviyane.

2. 29 Tebaxê saet 3:00’ê tîmeke me li dijî seyareyeke çeteyan ku amadekariya derketina operasyonê dikir çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyare bi giştî hatiye rûxandin û 5 çeteyên di seyarê de hatine kuştin.

3. 29 Tebaxê saet 06:30’an de tîmeke me li dijî seyareke çeteyan, di navbera gundê Biyê û Kefr Nebo de çalakiya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de du seyare hatine armanckirin û derb lê hatiye xistin. Di çalakiyê de serçeteyê Feylaq El Şam Xalid El Ebîd jî tê de, 4 çete hatine kuştin û gelek çete birîndar bûne.

Piştî çalakiyên hêzên me yên serkeftî artêşa Tirk a dagirker gundên Başemrê, Birc Qeys û Gundê Mezin bi obusan topebaran kirine. Seranserê rojê jî balafirên artêşa Tirk a dagirker ên keşfê li herêmê geriyane.

Di encama van çalakiyên bi bandor de bi giştî 19  çete hatine kuştin. 3 seyare û motoreke  çeteyan derb lê hatiye dayîn û tunekirin, 2 çekên AK-47 (Kalashnikov) hatine desteserkirin.”