Li navenda Efrînê teqîn: Gelek leşker û çete mirin
Li navenda Efrînê li pêşniya dibistana Feysel Qedûr, dema ku konvoyeke leşkerî derbas dibû teqînek pêk hat. Di encamê de 3 leşkerên Tirk û gelek çete mirin. Herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.
Li navenda Efrînê li pêşniya dibistana Feysel Qedûr, dema ku konvoyeke leşkerî derbas dibû teqînek pêk hat. Di encamê de 3 leşkerên Tirk û gelek çete mirin. Herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, teqîn li ber dibistana Feysel Qedûr a li ser rêya Racoyê ya li navenda Efrînê pêk hat.
Di encama teqînê de 3 leşkerên Tirk û gelek çeteyên wan mirin. Termên leşker û çeteyan tevî birîndaran bi ambûlansan rakirin navendên tenduristiyê yên dewleta Tirk û Ezazê.