Dewleta Tirk û çeteyê wê revandina welatiyên sivîl didomîne

Agahî ji welatiyên sivîl ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên li navenda Efrîn û gundewarên wê ve tên revandin nayê girtin.

Agahî ji welatiyên sivîl ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên li navenda Efrîn û gundewarên wê ve tên revandin nayê girtin.Dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha li Efrînê bi sedan welatiyên sivîl revandine. Li bermaberî hinek kesên tên revandin fîdeye dixwazin û ji hinekan jî ti agahî nehatiye girtin.

Çeteyên ku hema bêje her roj bi hincetên cuda li navenda Efrîn û gundewarên wê dikevin malan welatiyan direvînin herî dawî duh şev li gundê Dargirê yê girêdayî navçeya Mabata a Efrînê welatiyên sivîl ên bi navê Xelîl Mûstefa Yusîf, Bezat Mihemed Silêman, Lewendê Cewdet Elîko, Newroz Eshed Mistefa revandin.

BI MEHAN E TI AGAHÎ JI WELATIYÊN TÊN REVANDIN NAYÊ GIRTIN

Heta niha ti agahî ji Ehmet Mihemmed Elîko û Cemaldîn Omer Elîk ê ji heman gundî çeteyan bi mehan e revandibûn nayê girtin.

Ji gundê Xeyleka yê navçeya Bilbilê Ehmed Hisên Elî 2 meh in ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin. Tevî hemû hewldanên malbata Elî ti agahî nehatiye girtin. Hisên Elî beriya niha jî ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, piştî ku malbatê rêjeyek zêde pere da hatibû berdan. Piştî ku Elî hate berdan bi qasî 20 rojan û şûnde dîsa ji aliyê çeteyan ve hate revandin.