Bi merasîmekê şervanê YPG’ê Derwêş spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Derwîş (Aram Kobanê) yê 29’ê Tebaxê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, li Serê Kaniyê bimerasîmekê li Goristana Şehîdan a bajar spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Serê Kaniyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Derwîş (Aram Kobanê) yê 29’ê Tebaxê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, ji Nexweşxaneya Roj a Serokaniyê girtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristan Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê rêveberê meclîsê Cesûr Ehmed axivî û got: “Em destkeftiyên ku bi xwîna şehîdanb hatî destxistin bi vîna xwe ya ji polsa û ruhê fedayî diparêzin. Em soza tolhildanê ji bo hemû şehîdên xwe didin û em ê li ser xeta wan bimeşin.”

Fermandarê YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan werin derketin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Derwîş bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.