YPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

YPG'ê diyar kir ku roja 9'ê Tebaxê ji ber îxbara xayinekî, 2 hevalên wan şehîd bûne. Di daxuyaniyê de nasnameya şervanekî wan ê li Tebqayê ji ber qezayekê şehîd bû hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de işaret bi Berxwedana Serdemê ya li Efrînê hate kirin û hate gotin, "9'ê Tebaxê saet 7'an li girê gundê Biyê yê navçeya Şêrawa, xayinekî xwefiroş ket ser şopa 2 şervanên me ku bi erka xwe ya şoreşgerî radibûn. Wî xayinî agahî da artêşa dagirker û operasyoneke mezin bi tevlêbûna bi sedan leşker û çeteyan dest pê kir. 2 hevrêyên me piştî qehremaniyeke bêhempa şehîd bûn. Lê nasnameya hevalekî me hîn diyar nebûye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakiyên wan ên tolhildanê wê dewam bikin û hate gotin, "Kesên ku li dijî têkoşîna bi rûmet a gelê me bi dijmin re hevkarî kirine û ketine nava sûc, wê bê ceza nemînin."

YPG'ê da xuyakirin ku 25'ê Tebaxê jî hevrêyekî wan ê li Tebqayê bi erka xwe radibû, ji ber qezayekê şehîd bû."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Aslan Riha
Nav û Paşnav: Mehmed Taşir
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Salih
Cih û dema şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Biyê / 9 Tebax 2018

Nasnav: Comerd Kobanê
Nav û Paşnav: Egîd Îsmed
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Îsmed 
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Tebqa / 25 Tebax 2018

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin."