Rûsya û Tirkiye li ser Idlib û Kurdan li hev kirin?

Ji hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên van demên dawî çi derket? Tirkiyê di ber Idlibê de çi xwest? Enqere ya ku bi krîza giran a aborî ye çi da Rûsan? Rûsya li çi difikire?

Nivîskarê rojnameya Ronahî ya li Rojava weşanê dike Zekî Bedran, bal kişande ser ku Rûsya bi Tirkan re li pey lîstikên nû ye, bazarên li derdora Idlib û Rojava nirxand.

RÛSYA DAXWAZA TIRKAN A LI SER KURDAN QEBÛL KIR?

Bedran got Rûsya li Sûriyê bi dilqê ‘ê ne baş’ dilize û bi rejîma  Erdogan re bazarên veşartî dike. Bedran got Tirkiye ya ku qîma xwe tenê bi dagirkirina Efrînê nayîne, niha jî dixwaze hikûmeta Şamê dawî li hevdîtinên xwe  yên bi Kurdan re bîne. Bedran got, ‘’Herwiha dixwaze ku Kurdan bi temamî ji rojavayê Firatê derxîne. Tirkiye bê Rûsya nikare van daxwazên xwe pêk bîne. Wiha xuya dike ku Rûsyayê daxwazên Tirkan qebûl kiriye.’’

Nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyê ev demeke bi hikûmeta Şamê re danûstandinên fermî dikin. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji hêla hikûmeta Esad ve bi fermî hatibû vexwendin ku biçin Şamê. Hevdîtinên fermî dawiya Tîrmehê çêbûbûn.

BI RÛSAN RE LI SER ÇI LI HEV KIRIN?

Bedran got Tirkiya ji vê ne xweş e û got, ‘’Tirsa herî mezin a Tirkan lihevkirina Şamê, Kurdan û hêzên demokrasiyê ye’’. Bedran got Tirk bi ti awayî naxwazin ku Kurd bibin xwedî statû domand: ‘’Hikûmeta Tirk li ser herêmên Idlibê û deverên ku dagir kirin bi Rûsan re diaxive. Daxwaza wê ya pêşî ya ji Rûsan ew e ku Şam dawî li hevdîtinên bi MSD’ê re bîne. Wiha xuya dike ku Rûsya jî wê vê li Şamê ferz bike û wek ku li ser vê li hev kirine.’’

RÛSYA TIŞTA KU JI ERDOGAN DIXWAZE, DIKARE JÊ BISTÎNE

Bedran got Tirkiye  tengezar e, bi krîzeke giran a aborî ye û got, ‘’Bingehê vê krîzê şerê li dijî Kurdan e. Tirk bi dagikirina Efrînê aram nebûn.’’

Bedran got Rûsya hay jê heye ku çendî rewşa Tirkan ne baş e û got, ‘’Dixwaze vê bike fersendeke mezin û tiştinan ji Tirkan bistîne. Niha Rûsya çi bixwaze dikare ji Erdogan bistîne.’’

Bedran got heke li Idlibê şer bibe û Rûsya bi rengekî aktîf di nav de cih bigire, hemû planên Erdogan wê têk biçin û got, teqez e ku Tirkiye ji Sûriyê wê were qewirandin.

RÛSYA HEVKARÊ SÛCÊN LI EFRÎNÊ YE

Bedran got Rûsya hevkarê sûcê dijmirovî yên li Efrînê ye û domand: ‘’Ev birîn nekewiyaye, Kurd ti caran van sûcan ji bîr nakin. Ti ziyana Kurdan li Rûsan nebûye. Ti dijminahiya wan li hev tine. Efrîn di nav aştî û aramiyê de bû. Leşkerên Rûs jî li wir bûn. Rûsyayê bi Tirkan re li hev kir û komkujiyeke mezin anîn serê Kurdan û sirgûn dane ber wan.’’

Bedran got li şûna ku Rûsya li dijî paqijiya etnîk li dij hikûmeta Tirk raweste, ji dijminatiya Kurdan a hikûmeta Tirk re dibe zemîn û got, ‘Rûsyayê ev ferzkirinên  Tirkan li ser Şamê kiriye ferman û biryar  û li ser Şamê ferz dike. Rêveberiya Şamê ji ber ku qels bûye li dijî van zextan nikare li ber xwe bide.’’

REWŞA ERDOGAN LI IDBLIBÊ NE BAŞ E

Bedran bal kişande ser bazarên li ser Idlibê û got, ‘’Li Idlibê rewşa Erdogan ne baş e. Çavûşoglu, H. Akar û H. Fîdan beleheq li ser rêya Moskowê şekalên xwe kevn dikin.Heke Erdogan çeteyan bihêle nikare li Sûriyê bimîne. Heke bi çeteyan re bibe yek û şer bike wê fatore lê girantir bibe. Daye ber çavan ku bi  DYA’yê re were pêşberî hev. Hemû lîstikên ku niha dilîzin li lingên wan hebilîne. Wê bi rehetî nikaribin xwe ji vê zaboqê xilas bikin.’’

DEMA WÊ YE KU ALAYA AZADIYÊ WERE LIBAKIRIN

Nivîskar wiha diqedîne: ‘’Gelên xwediyê Sûriyê, heke alaya welatparêziyê hildin dikarin van hemû lîstikan xira bikin. Ereb, Kurd, Asûr û gelên din, hêzên demokrasiyê divê rabin ser piyan.

Divê dersên bidin van hêzên faşîst û dagirker ku ji derve hatine û li pey serweriyê ne. Dema wê ye ku alaya azadî, demokrasî û yekîtiyê hildin.’’