Hêzên dagirker li Efrînê 22 sivîl revandin

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê revandina welatiyan li kantona Efrînê didomînin. Çeteyan herî dawî li navçeya Şêrawa ya Efrînê 22 welatî revandin û êşkence li wan kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên dewleta Trik û bi taybet koma çeteyan a bi navê Hemzat, îro 6 welatî ji gundê Endarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê  revandin û birin cihekî ne diyar.

Navê sivîlên hatine ravandin wiha ne: Reşîd Xalid (23), Ehmed Reşîd (22), Dilo Reşîd (20), Şiyar Elî (25), Necim Elî (35) û Xalid Elî (50).

Hate diyarkirin ku di dema revandina sivîlan de bi awayekî hovane êşkence li wan hatiye kirin.

Li aliyê din dîsa serê sibê koma çeteyan a bi navê Feyleq El-Şam a dewleta Tirk a dagirker li gundê Birç Heyderê 16 sivîl revandin

Navê sivîlên ku hatine revandin wihane: Bekrî Reşîdo Hesen (60), Mihemed Mehmûd Gulê Xeyrî (57), Nebo Mihemed Gulê Xeyrî (33),  Ehmed Mihemed Gulê Xeyrî (28), Kemal Xelîl Hesen (20), Xiyas Xelîl Silêman (32), Mihemed Hemo Silêman (33), Arif Ebûd Silêman (47), Umer Ebûd Silêman (44), Silêman Ebûd Silêman (40), Ehmed Mehmûd Gulê Xeyrî (43), Xelîl Nebû Gulê Xeyrî (46), Mistefa Îbrahîm Gulê Xeyrî (54), Silêman Mihemed Gulê Xeyrî (60), Elî Mistefa Hesen (45), Silêman Ehmed Silêman (20).