Malbatên çeteyan ji Efrînê direvin

Li Efrînê di demên dawî de çalakiyên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê zêde bûne. Vê sibê jî teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku malbatên çeteyan ên ji derve hatine, dest bi revîna gundên li ser sînor kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, sibeha roja Pêncşemê saet di 05:00`an de li nêzî Çerxerêya Kawa ya navenda bajarê Efrînê teqînekê pêk hatiye û têkildarî ziyanên teqînê ti agahî nehatin girtin.

Çavkaniyên herêmî yê ji Efrînê ragihandin ku malbatên çeteyan ên ku ji derveli Efrînê bi cih bûne, piştî teqîn û çalakiyan bi gundên ser sînor ve direvin. Hate ragihandin ku di nava du rojên dawî de malbatên çeteyan berê xwe dane gundên li ser sînor.

Heman çavkaniyan da xuyakirin ku çeteyên ku xwe li Efrînê, dikanên bazirganiyê û cihên kar ên ku ji welatiyên sivîl ên Efrînê standine, bêyî sedem vala dikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku li Efrînê ji duh ve li nêzî Çerxerêya Kawa Hedad a navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên El-Sûltan Mihemed El-Fatih û çeteyên Firqa 9 ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar derketin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Dîsa hate ragihandin ku şevê din li nêzî Çerxerêya Newroz li ser rêya Raco ya navenda bajarê Efrînê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Tirk, çeteyek, 4 kesên Xûta El-Şerqiye ku li Efrînê bi cih bibûn hatin kuştin, her wiha zêdetirî 20 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.