Ebdo: 'Dibistanên bazirganiyê' yên rejîmê hatin girtin

Salih Ebdo diyar kir ku îdîayên li ser girtina dibistanên Suryanî yan jî Xiristiyan ne rast in û got, "Hin kesên bi rejîmê û îstîxbaratê ve girêdayî ne bi navê Suryaniyan hin deverên bazirganiyê vekiribûn. Karê van deveran hatin sekinandin."

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Mûhammed Salih Ebdo li ser îdîaya girtina hin dibistanan ji ANF'ê re axivî.

Ebdo bi bîr xist ku Meclîsa Qanûnsaz di çarçoveya Peymana Civakî de sala 2016'an qanûnek derxist û got, "Hin xalên vê qanûnê hene. Yek ji van jî ew e ku dibistanên taybet divê destûrnameyê ji desteya perwerdeyê bigire. Li gorî qanûnê, dibistanên ku destûrname negirtine divê bê girtin. Di xala duyemîn de jî tê gotin, 'Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em mufredata xwe li ser ti dibistaneke taybet ferz nakin. Dibistanên taybet divê mufredatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rejîma Baasê bi kar nînin. Pêwîste dibistanên taybet mufredatên xwe çêbikin û di perwerdeya xwe de bi kar bînin. Divê mufredata perwerdeyê ya rejîmê bi kar nînin."

Salih Ebdo diyar kir ku piştî vê biryarê gelek dibistanan deriyê xwe girtin, destûrname negirtin û got, "Tenê çend dibistanên bi navê Suryanî û Ermeniyan hatin vekirin man. Me bi wan re gelek caran nîqaş kirin, hin tifaq çêkirin. Lê mixabin xwedî li tifaqê derneketin. Yekîtiya Suryanî ku partiya Suryaniyan a li Sûriyeyê ye û saziyên wê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û van tifaqan de digire.

Gelek partiyên Kurd û Ereb cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de digirin. Ev qanûn jî ji aliyê nûnerên van partiyan û gelan ve hate qebûlkirin. Hemû gelan qebûl kirin. Lê belê hin dêrên Xiristiyan qebûl nekirin. Gotin, 'Em qebûl nakin ku li derveyî mufredata rejîmê perwerdeyê bikin'. 2 salan me hevdîtin bi wan re kir. Lê ji ber ku encam jê derneket, li gorî qanûnan ev dibistan hatin girtin."

DIBISTANÊN HATINE GIRTIN ÊN SURYANIYAN NÎNE

Ebdo got, li Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê 14 dibistan bi biryara dadgehê hatin girtin û wiha dewam kir: "Ev dibistan dibistanên Suryanî nînin. Li wan dibistanan bi zimanê Suryanî perwerde nedihate kirin.

Bernameya wan a perwerdeyê li gorî mufredata rejîmê hatibû amadekirin. Tenê bi navê hin mirovên Suryanî hatibûn birêxistin. Ev dibistan ji bo wan cihekî bazirganiyê bûn. Bi rêya wan pere qezenç dikirin. Zarok bi pereyan didan xwendin. Di nava Rêveberiya Xweser a Demokratîk de perwerdeya bi pereyan nîne."

DIBISTANÊN TAYBET DIVÊ MUFREDATA XWE AMADE BIKIN

Di dewama axaftina xwe de Ebdo destnîşan kir ku li gorî qanûnên wan, Kurd bi Kurdî, Ereb bi Erebî û Suryan jî bi Suryanî dikarin bixwînin û got, "Li ser vê bingehê me bi hev re mufredatên perwerdeyê yên Kurdî, Erebî û Suryanî amade kirine. Bêguman ev yek ji bo dibistanên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne.

Dibistanên taybet jî li gorî qanûnê divê mufredata xwe bi xwe amade bikin. Pêwîste mufredata rejîmê nebe. Ji ber ku mufredata rejîmê bi temamî li gorî zîhniyeta Partiya Baasê ye. Demokratîk nîne."

Ebdo diyar kir ku ew naxwzin bernameya perwerdeyê li gorî wan be û got, "Yekane daxwaza me ew e ku bernameya perwerdeyê demokratîk be. Ji ber ku di zîhniyeta mufredata perwerdeyê ya rejîmê de dijminatî heye. Hewl didin gelan li ber hev rakin. Naxwzin Kurd, Ermenî, Suryanî, Tirkmen bi zimanê xwe bixwînin. Dixwazin yekane zimanê perwerdeyê yê li Sûriyeyê Erebî be."