Sivîlên ji Efrînê reviyan: Jiyana kesî ne ewle ye

R.Ş. û C.E. ku ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji Efrînê birevin, diyar kirin ku li Efrînê jiyana kesî ewle nîne.

Kiryarên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin. Efrîniyên li navendê û gundan man, ji ber talan, êşkence, destdirêjî, destavêtin û dizîtiya leşker û çeteyên Tirk neçar dimînin birevin. Hema hema her roj bi dehan mirov ji Efrînê direvin. R.Ş. û C.E jî ji wan Efrîniyan e û ji ANF'ê re qala zilm û êşkenceya çeteyan kirin. R.Ş. û C.E ku piştî dagirkirina Efrînê reviyan Şehbayê û piştre li Efrînê vegeriyan, nema karîbûn îdare bikin û neçar man careke din ji Efrînê birevin.

R.Ş. diyar kir ku çete êdî bi kêfî êşkenceyê li mirovan dikin û got, "Piştî ku em hatin Şehbayê yên telefonî me kirin gotin ku tiştek nîne. Em jî li Efrînê vegeriyan. Lê belê me dît ku tiştek ne weke yên hatine gotin e. Ji ber çeteyan mirov nikarîbûn ji mala xwe derkevin. Kar nîne, dema ku tu karekî dibîne û tiştekî qezenç dike jî, diavêjin ser mala te û pereyan ji te distînin."

LI EFRÎNÊ JIYANA KESÎ NE EWLE YE

R.Ş. da xuyakirin ku jiyana kesî li Efrînê ne ewle ye û mirov ji tirsa nikarin ji mala xwe derkevin. R.Ş. bal kişand ser êrîşa fîzîkî û devkî ya li dijî jinan û got, "Ciwanên Kurd ji tirsa nikarin derkevin derve. Ji yên derdikevin derve re dibêjin 'hûn YPG'î ne' û wan direvînin.

Piştî ku çend rojan êşkenceyê li wan dikin, çete vê carê jî ji bo berdanê fîdyeyê dixwazin. Min ev yek bi çavên xwe dît. Ciwanek li kolana me girtin. Jê re gotin 'tu ji rêxistinê re dixebite' û ew birin. 11-12 rojan ciwan girtin. Dema ku hat perîşan bûbû. Malbata wî bi rojan hewl da wî tedawî bike. Kî telefon dike û dibêje 'Efrîn bi ewle ye' ew derewan dike. Piştî ku ez çûm, 3 rojan min nekarî îdare bikim. Heta ku min rêyek ji xwe re dît ez perîşan bûm. Min pere da çeteyan û bi vî rengî karîbûm birevim."

BI ZORÊ DEST DATÎNIN SER MALÊN MIROVAN'

R.Ş. diyar kir ku çete her şev bi hev dikevin û wiha dewam kir: "Li ser dizî û talanê hev dikujin. Ji bo wesayita min neyê dizîn min lastîkên wê jê derxistibû. Lê dîsa jî, ji ber ku pê ne bawerim bûm, heta sibehê min nobed li ber digirt. Mala min, dikana min, her tiştên min ji min girtin.

Bi zorê dest datînin ser malên mirovan. Tên dipirsin, 'xwediyê xanî tu ye?' Eger tapû ne li ser te be, te ji xanî derdixîne û çi di nava malê de hebe difiroşin. Piştî ku her tiştî difiroşin, xanî didin hev."

'DEWLETA TIRK ZEXTÊ LI ÇETEYAN DIKE JI BO WAN BIŞÎNE QENDÎLÊ'

R.Ş. anî ziman ku dewleta Tirk pêşniyarê li çeteyan dike ku eger biçe Qendîlê wê mehane 800 dolarî bidin wan û got, "Ji ber ku çeteyekî ev qebûl nekir, dawî li karê wî hate anîn. Wî çeteyî jî narkotîk û alkol digirt. Piştî ku tiştek pê re nema, diket malên Kurdan û eşyayên wan difirot. Ji sarincê heta makîneya şuştina kincan, hemû eşya difirotin. Rojekê min nerazîbûn nîşan da. Ji min re got, 'Tirkan maeşên min birîne. Dibêjin Ya tu yê biçe Qendîlê ya jî em ê maeşên te bibirin û we bişînin malên we'. Hinekan gotin ku wê biçin. Ji ber ku piraniya wan nizanin bê Qendîl cihekî çawa ye. Piştî ku hîn dibin bê Qendîl çi ye, ji vê biryara xwe vedigerin. Yên ku qebûl dikin ku biçin li baregeha leşkerî ya li Qibarê tên perwerdekirin."

DEWLETA TIRK DARISTANAN DIŞEWITÎNE

R.Ş. diyar kir ku ew hate revandin û 20 rojan êşkence lê hate kirin û got, "Hevsera cîranekî me nexweş bû. Xizmên wî yên li Ewropayê pere jê re şandibûn. Lê belê ji ber ku çeteyan pere jê stendibû, nikarîbû hevsera xwe bibe nexweşxaneyê."

R.Ş. da xuyakirin ku darên li çiyayê Hawarê û gundê Sterê ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ve hatin şewitandin û got, "Şewatê 8 rojan dewam kir. Çar aliyên çiyayê Hemamê şewitandin. Çeteyan dest danîne ser hemû dikanên li sûka Efrînê. Çeteyên ji Xûta û deverên din hatine dikanên milet ji bo xwe bi kar tînin."

HESABÊ ENKS'Ê YÊ LI SER EFRÎNÊ PÊK NEHAT

R.Ş. got, li nuqteyên asayîşê nasnameyên bi zimanê Tirkî tên amadekirin, mohra OSO li wan tê xistin û wiha dewam kir: "Eger nasnameyeke Tirkan bi te re nebe, tiştekî nadin te. Timî heqaretê li Kurdan dikin. Min ti kaxiz û nasnameya wan qebûl nekir. Eger ew nasname bi te re hebe, tu dikare biçe Efrînê û derkeve. Kurdên li Efrînê mane ji ber ku pereyê wan nemaye nikarin derkevin."

R.Ş. bi bîr xist ku li Efrînê ENKS'î jî hene û got, "Destpêkê bi ya ENKS'iyan dikirin. Lê belê niha tenê navê wan li ser kaxizê heye. ENKS'iyan digotin, 'Bila rêxistin ji vir derkeve, wê karê me baştir bibe, em ê bibin xwedî gotin'. Lê belê tiştek bi ya wan nebû. Niha hemû poşman bûne. Dibêjin, 'Bila rêxistin vegere, em ji her tiştî re razî ne'. Gelek ji wan reviyan û çûn Ewropa û Tirkiyeyê. Ti ji hesabên ENKS'iyan pêk nehatin. Niha nizanin bê wê çawa birevin."

'VEGOTINA ÊŞKENCEYA WAN ZEHMET E'

C.E. ku 52 rojan êşkence lê hate kirin qala serpêhatiya xwe kir: "Dema ku em çûn, destpêkê çeteyên OSO em sekinandin. Ji her yekî ji me 10 hezar pereyê Sûriyeyê stendin. Dema ku em gihîştin Efrînê ez girtin. Zilm, êşkence û heqaret li me dikirin. Ji min re gotin, 'tu zane nimêjê bike?' Min jî got, nizanim. Li ser vê yekê êşkence li min kirin. Ji me re digotin 'Hûn kafir in'."

C.E. diyar kir ku piştî 10 rojan hate berdan, piştre li aliyê Cindirêsê dîsa hate girtin û got, "Çavên min girê dan. Min nizanîbû ku min bi ku ve dibin. Piştî 20 rojan yek hat û ji min re got, 'tu bi rêxistinê re dixebite'. Min jê re got ku 'eleqeya min bi rêxistinê re nîne'. Bi her awayî êşkence li me dikirin.

Xwarina ji ber wan diman didan me. Piştre ez xistin cihekî yek hucreyî. 52 rojan di hucreyê de mam. Nedihiştin ku bi kesî re biaxivim. Gelek tişt anîn serê me. Mirov nikarin qala hin tiştan bikin. Bi mirovan gelekî giran tê. Li Efrînê eger pereyê te tinebe tu nikare bijî. Piştî çend rojan tên êşkenceyê dikin û diçin. Min fêhm kir ku li Efrînê bimînim wê gelek tişt bi serê min ve bê, neçar mam birevim."