Ceger: TEV-DEM wê mirovên civaka demokratîk perwerde bike

Ceger: Ji niha û pê ve erk û wezîfeya TEV-DEM'ê ew e ku mirovên civak demokratîk perwerde bike, rêveçûna demokratîk a sîstema wê bişopîne û ji pirsgirêkan re bibe hêza çareseriyê.

Zelal Ceger ku di kongreya 3. a doh de ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê hate hilbijartin, rol û mîsyona TEV-DEM'ê ya heta niha û guhertina mîsyona wê ji ajansa me re nirxand.

Hevserok Ceger diyar kir ku bi serketina şoreşa rojava û asta rêxistinbûnê re divê mîsyona TEV-DEM'ê êdî cuda bê nirxandin û got, "Em êdî TEV-DEM'ê weke çavkaniya mirovên ku li ser bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk hatine perwerdekirin dibînin. Em ê van mirovên xwe weke nûnerên xwe yên ji reveberî û saziyên xweseriya demokratîk, ji MSD'ê re bişînin."

'BINGEHA HEMÛ SAZIYÊN LI ROJAVA, TEV-DEM E'

Ceger diyar kir ku lidarketina kongreyê di demeke wiha de gelekî girîng e û destnîşan kir ku di karê TEV-DEM'ê de yê ji sala 2011'an û vir ve tê kirin, rola kedkaran gelekî girîng e.

Zelal Ceger da xuyakirin ku TEV-DEM li dijî desthilatdarî û sîstemên dewletparêz, çavkaniya avakirina sîstema neteweya demokratîk, ya jî sîstema nû ye û got, "Kar ji bo vê yekê hate kirin."

Ceger da zanîn, YPG û YPJ niha xwe bi rengê QSD'ê bi rêxistin kirine, hêzeke mezin a leşkerî derxistine holê û wiha pê daket: "Li Rojavayê Kurdistanê karekî gelekî girîng hate kirin. Gelê me li ser bingeha neteweya demokratîk hate perwerdekirin. Lewma roleke mezin bi cih hate anîn. Ya rast, mirov dikarin bêjin ku TEV-DEM bingeha hemû saziyên li Rojavayê Kurdistanê ye. Lê di heman demê de li Bakurê Sûriyeyê jî bi roleke girîng rabû. TEV-DEM li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê rêxistinbûneke sîwanî ya partiyan û gelan bû. Li ser vê bingehê kar kir û bi rola xwe rabû."

'ROL Û MÎSYONA TEV-DEM'Ê GUHERÎ'

Zelal Ceger diyar kir, bi kongreya 3. a TEV-DEM'ê re mîsyon guheriye û got, "Asta têkoşîna me, asta serketî ya şoreşa me, hêza ku me ava kirine, rêxistinbûna ku me afirandine, kir u em mîsyona TEV-DEM'ê êdî bi rengekî cuda binirxînin. Em TEV-DEM'ê êdî weke çavkaniya mirovên li ser bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk tên perwerdekirin dibînin. Em ê van mirovên xwe weke nûnerên xwe bişînin ji sazî û rêveberiyên xweseriya demokratîk, ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD).

Li gorî hevpeymana me ku me li kongreya xwe xwed û pejirand, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê karibin cihê xwe di bin sîwana TEV-DEM'ê de bigirin. Bi vê yekê re em dixwazin saziyên xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin û li ser bingeha zîhniyeta neteweya demokratîk bêhtir perwerde bikin. Em ê Akademiyên Civaka Demokratîk ên heyî bi vî rengî binirxînin. Em ê vê wezîfeya xwe bi rêya akademiyên xwe bi cih bînin.

'BIRYAR HATE DAYIN KU KOMUN Û MECLÎS BIKEVIN BIN SÎWANA RÊVEBERIYA XWESER'

Meclîs û komun ku di bin sîwana TEV-DEM'ê de weke saziyên îdarî ava bûn, bi kongreya me re wê derbasî bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin. Ji ber ku rêveberiya xweseriya demokratîk bi konsey û saziyên xwe, karên îdarî dike.

Weke TEV-DEM'ê em êdî karên îdarî nakin. TEV-DEM wê giraniyê bide ser karên rêxistinî. Bi vî rengî wê rol û mîsyon ji civakên li Rojava re bê dayin. Em ê civakê perwerde bikin ji bo karibin di nava komun, meclîs û saziyên mîna wan ên îdarî de cih bigirin. Saziyên civaka sivîl ên mîna rêxistinbûna doktoran, endezyaran, cotkaran dikarin cihê xwe di bin sîwana TEV-DEM'ê de bigirin. Dikare bi rolên wiha rabe."

'ME DEST JI SIYASETÊ BERNEDAN, EM Ê BIBIN ÇAVKANIYA WÊ'

Ceger destnîşan kir ku bi kongreya 3. re wê partiyên siyasî di bin navê sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk de bi awayekî cuda xwe bi rêxistin bikin û got, "Partiyên siyasî wê di bin sîwana TEV-DEM'ê de xwe birêxistin nekin. Pirsa 'Gelo TEV-DEM xwe ji siyasetê vedikişînin?' ji me tê kirin. Na, ya rast TEV-DEM çavkaniya siyasetê ye. Ji ber ku em xizmetê ji civaka xwe re dikin. Siyaseta ku em îro dikin, xizmeta ji bo civakê ye.

Ji niha û pê ve erk û wezîfeya TEV-DEM'ê ew e ku mirovên civak demokratîk perwerde bike, rêveçûna demokratîk a sîstema wê bişopîne û ji pirsgirêkan re bibe hêza çareseriyê. Weke TEV-DEM'ê em ê nûnerên xwe bişînin nava rêveberiya xweseriya demokratîk û karên din ên il Bakurê Sûriyeyê. Li gorî vê yekê em ê xwe birêxistin bikin. Yanî rol û mîsyona TEV-DEM'ê kêm nebûye. Berevajî, wê rol û mîsyona xwe wiha bi cih bîne. Belê rol û mîsyona xwe guherand. Êdî weke çavkaniya zîhniyeta neteweya demokratîk û sîstema demokratîk wê hîn bi xurtî bixebite."

'ME JI BO EFRÎNÊ SOZ DAN'

Ceger destnîşan kir ku di kongreya 3. de hate ragihandin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk pêwîstî bi azadiya Efrînê heye û diyar kir, TEV-DEM wê li ser vê bingehê bixebite.

Ceger got, "Ne tenê gelê me yê ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê hat tevlî kongreya me bû. Tevî gelê me yê ji Kobanê, Şedadê, Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb û Efrînê, mirovên me yên ji Lubnan û Başûrê Kurdistanê hatin jî tevlî kongreya me bûn. Weke TEV-DEM'ê me soz dan ku heta azadiya Efrînê bi rengekî bê navber û hîn bi xurt bixebitin." Ceger destnîşan kir ku ev kelecan di nava gelê Efrînê de jî heye.