Dagirkeran li gundê Kebşînê bi dehan sivîl revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê avêtin ser gundê Kebşîn ê Efrînê û bi dehan sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Feyleq El-Şam danê êvarê avêtin ser gundê Kebşînê yê navçeya Şêrawayê. Di serdegirtinê de bi dehan sivîl hatin revandin.

Hin gundî ji bo nekevin destê dagirkeran ber bi dehl û rezê xwe ve reviyan. Gundiyan gotin, leşker û çeteyên ku avêtin ser gund, êşkence li gundiyan kirine û malên wan talan kirine.

Çavkaniyekî ji navçeya Bilbilê jî diyar kir, leşker û çeteyên Tirk bendên kontrolê danîne pêşiya navçeyê û çekên giran lê bi cih kirine.