Serçeteyekî  Feyleq El Şam hate kuştin

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Şiyê ya Efrînê li dijî çeteyekî Feyleq El-Şam çalakiyek kirin û di çalakiyê de serçeteyek hatiye kuştin.

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke hêzên wan li navçeya Şiyê ya Efrînê lidar xistin de serçeteyê ji koma Feyleq El-Şam ê bi navê Ziyad Mihemed Xeyûb hatiye kuştin. Her wiha Odeyê dîmenên çalakiyê jî parve kir.

Di daxuyaniya Odeya Çalakiya yê Xezeba Zeytûnê de hate destnîşankirin ku çeteyê hatî cezakirin di qetlîam û dagirkeriya Efrînê de cih girtiye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku serçete piştî ku hatiye girtin û şûnde li xwe mikûr hatiye ku cih di dagirkirina Efrînê de girtiye û sûc kiriye.