Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şehîdan da

YPG’ê nasnameya 2 şehîdan da, ku herdu jî li Qamişlo şehîd bûbûn.

Di daxuyaniyê de ya di malpera fermî ya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê de wiha hate gotin:

‘’ 29’ê Tebaxê li bajarê Qamişloyê 2 hevrêyên me şehîd bûn. Di derheqê şehadeta herdû rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;

Hevrêyê me Aram Kobanê ku li bajarê Qamişlo erk û peywirên xwe pêk di anî, 29’ê Tebaxê  dema ku bi erkekî rabû li ser rêya di navbera Qamişlo-Amudê de di encama qezaya trafîkê de şehîd bû. Nasnameya hevrêyê me yê ku şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Aram Kobanê

Nav û Paşnav: Ibrahîm Derwîş

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 29’ê Tebaxa 2018’an

Dîsa hevrêyekî  me yê bi nasnav hevrê Rojava ku heman cîhî erka xwe pêk di anî, dema li ser karê xwe bû di dîroka 29’ê Tebaxê de di encama qrîza dil de tevlî karwanên şehîdan bû. Nasnameya hevrêyê  me ku şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Rojava

Nav û Paşnav: Kazim Hec Yunis

Navê Dayikê: Sediya

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 29’ê Tebaxê 2018’an

Em hevrêyên me ku şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din soz didin ku heta em xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe pêk bînin, têkoşîna ku em bi biryardarî dimeşînin em ê bi ser bixin.’’