'Rejîma Baas dixwaze bi navê Xiristiyanan provokasyonê bike'

Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hannah Sewmî got, meşa bi navê Xiristiyanan hate lidarxistin û propaganda gemarî ya piştî wê hate kirin, provokasyoneke plankirî ya Baas e.

Serokê Yekîtiya Çanda Suryanî Hannah Sewmî got, yên ku bi fermana rejîma Baas nahêlin ku zarokên Suryanî bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, ne Suryanîtî ne jî Xiristiyanîtî xema wan e.

Hannah Sewmî ji ANF'ê re qala rastiya provokasyona 28'ê Tebaxê ya li Qamişloyê kir ku medya rejîmê û ya Tirk digotin, "Xiristiyan li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk meşiyan" û "Gule li çalakgeran hate reşandin".

PERWERDEYA BI SURYANÎ NADIN

Sewmî da xuakirin ku weke pêşengên Komeleya Çanda Suryaniyan sibeha 28ê Tebaxê ew çûne hevdîtina bi mamosteyên dibistanên navborî û got, "Me ji wan re ragihand ku Sotoro (Asayîşa Suryanî) dibistanan diparêzin û derdekî wan ê ji bo desteserkirina dibistanan nîne. Me ji wan re got, kêm e ku dersa Suryanî hefteyê tenê 2 saetan tê dayin. Em dibînin ku zimanê dayikê yê Suryanî li ber tinebûnê ye. Ji bo parastina vî zimanî me dixwest cihekî hîn xurt û berfireh jê re bê dayin. Me ji wan re ragihand ku eger destûr were dayin, em dixwazin dersên erdnîgarî, dîrok û wêjeyê bi zimanê dayikê bidin. Me dixwest pirtûkên xwe yên dersan bidin û bi zimanên Aşûrî, Keldanî, Babîlî, Aramî û Suryanî dîroka xwe ya rastî vebêjin. Wan jî di vî warî de bersiveke erênî dan, lê belê di mijara ziman de gotin ku her tişt di destê rejîma Baasê de ne."

EM PROVOKATORAN NAS DIKIN

Hannah Sewmî diyar kir, piştî vê nîqaşê Sotoro ji bo ewlekariya derdorê maye û saet derdora 15'an li ser Facebookê li dijî wan û Sotoro kampanya reşkirinê dest pê kiriye. Sewmî got, "Bang hate kirin ku her kes li kolana Wûsta ya li ber Domîno bicivin. Yên ku serkêşiyê ji vê re dikin em wan nas dikin. Yek jê yekî ne Suryanî ye, ku her tiştên xwe ji dest daye, ji aliyê malbata xwe ve jî nayê qebûlkirin û du sal in li dijî me kar dike. Yê din jî keseke ku dixwaze dijminatiyê bixe nava gelan. Me ev rewş ji Sotoro re ragihand. Ji ber ku me zanîbûn ku ev kes nokerên rejîmê ne û ji bo rejîmê dixebitin.

ÇIMA GULE LI HEWAYÊ HATE REŞANDIN?

Bi sedan kesî ji vî kesî bawer kirin û tevlî meşê bûn. Ev yek lîstikeke mezin û qirêj e ku ji bo tinekirina paşeroj û zimanê gelê Suryanî hatiye kirin. Saet 17'an gihîştin cem Sotoro. Asron ku Sotoro bi rê ve dibe, kesekî tê hezkirin û rêzdar e. Ferman da hêzên xwe û ji wan re got, 'Wê bi ti awayî şîdet neyê bikaranîn, êrîşî we kirin jî hûn dengê xwe dernexînin. Ev yek xefik e, hewl didin dijminatiyê bixin navbera me'. Rêveber Asron ji bo axaftinê ber bi girseyê ve çû, lê li wî dan û xwestin wî bikujin. Hêzên Sotoro jî li ser vê yekê çend caran gule berdan hewayê. Bi vî rengî sekinînin, naxwe wê ew bikuşta."

MIXABIN XIZMETÊ JI REJÎMÊ RE DIKIN

Hannah Sewmî destnîşan kir ku hin rêveberên dibistanên Suryanî û hin oldar naxwazin zarokên Suryanî bi zimanê Suryanî perwerdeyê bibînin, ne xema wan e û xizmetkarên rejîma Baasê ne. Sewmî got, "Hin kes û oldarên rejîmê ku xwe weke Suryanî didin naskirin, li dijî me hewl didin. Li hemberî van hewldanan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê me kar kir. Me bi Rêveberiya Xweser re nîqaş kir. Mecbûrî ye ku zimanê dayikê heta pola 3'an bê hînkirin. Zarokên Suryanî divê 3 salan bi zimanê Suryanî bixwînin û di pola 4'an de bi Erebî û Kurdî hîn bibin. Zarok di pola 5'an de neçar bi hemû zimanan bixwînin. Heta pola 9'an bixwînin jî wê bi giranî Suryanîtî û Sûriyetiya xwe bibînin.

Me li Qamişloyê Dersxaneya Orhono Suryan û li Hesekê jî Konnişrîn (2015) vekir. Me çar sazî Ol Of Taw (2017-2018) bi zimanê Suryanî li Hesekê, Qamişlo, Qibrî Hore û Dêrikê vekir. Mamosteyên Kurd, Suryanî û Ereb perwerdeyê dibînin. Tevî vê yekê sîstema Ewropayê hîn dibin ku karibin perwerdeyê bidin.

Em ê di kar û sîstema xwe ya demokratîk de bi israr bin. Ev provokasyon li dijî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku jiyaneke demokatîk û hevpar dide gelan û zimanê me yê dayikê diparêze. Em ê hîn bi xurtî xwedî li sîstema xwe û zimanê xwe yê dayikê derkevin."