Xezeba Zeytûnê li Helebê sabotaj dijî serek çete kir

Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê li rojhilatêbakurê Helebê li dijî serek çete yê bi navê Ebû Mihemed El Domanî çalakiyeke sabotajê kir. Domanî hate kuştin.

Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê, di çalakiya sabotajê de 28’ê Tebaxê yek ji serekê çeteyên Sultan Murad Ebû Mihemed El Domanî kire hedefa xwe. Di çalakiyê de, ku li navbera gundên Sendere û Til Şihîr a navçeya Çobanbeg pêk hat, Domanî hate kuştin.

Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê wiha got:

‘’ Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên şervanên me de li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê  li herêmên Efrîn, Idlib û herêmên din ên bakurê Sûriyeyê de, şervanên me 28'ê Tebaxa 2018'an  di çalakiyekê de serçeteyekî koma çeteyên Sultan Murad Ebû Mihemed El Domanî, ku beşdarî êrîşa li dijî Efrînê bûye kuştin. Kome çete ya bi navê Sultan Murad der heqê welatiyên Efrînê de gelek kirinên destdirêjî, talan û kuştinê kirine.

Şervanên me li devera di navbera her du gundên Senderê û Til Şihîr ên girêdayî navçeya Çobanbeg a gundewarên bakurê rojhilatê Helebê kemînek li ber çeteyan re danî. Di kemînê de serçeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Domanî hate kuştin û çekên di destên wî de jî hatin desteserkirin û piştre şervanan xwe ji deverê vekişand.

Wekî berê me gotiye, em endamên Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê careke din piştrast dikin ku tolhildan ji mafê me ye û em ê tola xwe ji hemû çeteyên beşdarî êrîşa li dijî Efrînê bûne, hilînin."