Kobanê hembêza xwe li zarokên bê xwedî vekiriye

Saziya weqfa jina azad avahiyeke mezin ji bo zarokên ku ji ber şerê li Sûriyeyê bê xwedî mane ava kir. Û niha 23 zarokan dihewîne. Ew zarok ji her deverê ne, wekî Heleb, Qamişlo, Reqa....hwd. hatine.

Demekê Kobanê bibû cihê herî bê ewle li tevahiya cîhanê. Lê niha bûye cihekî nimûne di milê ewlehî û xwedî derketina li nirxan. Saziya weqfa jina azad avahiyeke mezin ji bo zarokên ku ji ber şerê li Sûriyeyê bê xwedî mane ava kir. Û niha 23 zarokan dihewîne. Ew zarok ji her deverê ne, wekî Heleb, Qamişlo, Reqa....hwd. hatine.

Navê wê Keskesora Alan e. Dema em gihiştin wê derê zarok hatin pêşiya me. Tevî ku avahiyeke mezin e, weke ku malbateke mezin lê dimîne. Fethî Îsa karê ajokariyê dike. Zarok li derdora wî civiyabûn. Ne tenê Fethî, her kesên bi karê li wir radibin, nav û taybetmendiyên zarokên li wir ji ber kirine. Hemû cureyên perwerde û lîstok û psîkolojiya zarokan lê hebûn.

Me navê wê ji rêveberiya keskesorê Zozan Misto pirsî çima Alan lêkirine? Got: "Her kes dizane çîroka Alan Kurdî ku ji ber şer koçber bû, li deryayê jiyana xwe dest da û bi ser avê ket. Alan ji Kobanê bû, em naxwazin ew bûyer dubare bibe. Zarokên neçar ên bê dayik û bav dikarin xwe li me bigirin ku em jî xwedî li wan derkevin."

Zarok pir bi liv û tevger in. Bi Erebî û Kurdî diaxivin. Mamosteya psîkolojiyê Xedîce Elî destnîşan kir ku ew ji bo zarokan li vê derê paşerojeke xweş a dûrî şer û kuştinê diafirînin.

Di şerê Sûriyeyê de yên herî mexdûr bûne zarok û jin e. Niha jî jinên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê vê baş dizanin û ew erk avête ser milê xwe. Bi rêya Kongreya Star gelek pirsgirêkên zarok û jinan ên rojane tên çareserkirin. Keskesor jî yek ji wan e.