YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Cezaayê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şervanên ku di berxwedana Cezaa de ya 2014'an a li dijî çeteyên DAIŞ'ê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 şervanên ku di berxwedana Cezaa ya Tebaxa 2014’an şehîd bûbûn, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

"Bi Şoreşa Rojava re gelan ji bo demokrasî û azadiyê têkoşîn bilind kirin. Li Bakurê Sûriyeyê belav bû û ev bû şerê berxwedana hevpar a azadiyê ya gelên herêmê. Di encama têkoşînê de ku bi şêwazê herî bibandor li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin, serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin. Yek ji van berxwedanan sala 2014’an di navbera 19-31’ê Tebaxê de li Cezaayê li hemberî DAIŞ’ê hat raberkirin. Bi berxwedana bêhempa ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hate raberkirin, ne tenê derbên giran li çeteyan hat xistin, her wiha ev şer bû wesîle ku DAIŞ bikeve pêvajoyeke tunebûnê. Hewldana pêkanîna fermana 73’yan a Şingalê hat astengkirin û bi vê sekna qehremantî re xelekeke din a destanî ket dîroka têkoşîna me ya berxwedanê. Şervanên me Serhed, Xwînrêj Cûdî, Sorxwîn, Şiyar, Xwînrêj Cûdî yê ku bi hezkirina welat, bi welatparêziya kûr û sembola berxwedanê de israrkirinê ne, di vê berxwedanê de heya dilopa xwîna xwe ya dawîn şer kir û şehîd bûn.

Ev hevalên me li pey şopa şehîdên me yên ku bûne sembola zayîna nû meşiyane û bi qehremantî gihaştine şehadetê. Em 5 rêhevalên xwe yên ku dilê xwe ji azadiyê re kilît kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin û em soz didin ku dîroka berxwedanê bi azadiyê tacîdar bikin."

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Serhed Colemêrg
Nav û paşnav: Orhan Tekîn
Navê Dayikê: Gurbet
Navê Bav: Faris
Cih û Dema Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxa 2014’an
***

Nasnav: Sorxwîn Amanos
Nav û Paşnav: Keyfiye Demir
Navê Dayikê: Payiz
Navê Bav: Mehmed Sidiq
Cih û Dema Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxa 2014’an
***

Nasnav: Şiyar Garzan
Nav û Paşnav: Mazlum Çelîk
Navê Dayikê: Herdem
Navê Bav: Hakim
Cih û Dema Şehadetê: Cezaa - Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxa 2014’a
***

Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav û Paşnav: Hûseyîn Acar
Navê Dayikê: Tayibe
Navê Bav: Zubeyt
Cih û Dema Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxa 2014’an
***

Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav û Paşnav: Ibrahîm Tatar
Navê Dayikê: Sarya
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dema Şehadetê: Cezaa / 19'ê Tebaxa 2014'an