YPG û YPJ'ê li Efrînê lê dan: Gelek çete hatin kuştin
Şervanên YPG û YPJ'ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê hin rêze çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Şervanên YPG û YPJ'ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê hin rêze çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanên YPG û YPJ'ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî komên çete hin çalakiyên bi bandor pêk anîn.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên YPG'ê ve hatin dayin, di çalakiyan de gelek leşker û çete hatine kuştin.
Çavkaniyan diyar kirin ku wesayiteke leşkerî hatiye rûxandin û gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê wê li ser çalakiyan daxuyaniyekê bide.