Çeteyên dewleta Tirk êşkence li Efrîniyê ku revandibûn kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Coqa yê navçeya Mabata ya Efrînê welatiyê bi navê Ebdulrehman Reşo revandin, êşkence lê kirin û dest danîn ser wesayita wî.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Coqa yê navçeya Mabata ya Efrînê welatiyê bi navê Ebdulrehman Reşo revandin, êşkence lê kirin û dest danîn ser wesayita wî.
Li Efrînê kiryarên der mirovahî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Coqa yê navçeya Mabatayê welatiyê bi navê Hisên Ebdulrehman ê 38 salî revandin û eşkence lê kirin.
Çeteyan piştî ku êşkenceyeke hovane li Hisên Ebdulrehman kirin, dest danîn ser wesayita wî.