Şehîd Mervan Ebdo li Dirbêsiyê hate veşartin

Yek ji fermandarê xweparastinê Mervan Ebdo yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, li Dirbêsiyê bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê yek ji fermandarên hêzên Erka Xweparastinê Mervan Ebdo veşart ê ku di pêngava dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû.

Şêniyan cenazeyê şehîd Mervan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Rustem ve ketin rê.

Merasîma veşartinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemse Sorikcî axivî û destnîşan kir ku şehîd Mervan ne tenê şehîdê malbatê ye, şehîdê hemû gelê bindest e û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha yek ji fermandarên hêzên Erka Xweparastinê Pekrewan Azad diyar kir ku wê heta dawiyê şerê terorîst û dagirkeran bikin û bi têkoşîn û berxwedana xwe wê armanca şehîd Mervan û bi sedan hevrêyên wî yên şehîd pêk bînin. Azad di axaftina xwe de destnîşan kir ku hestên welatparêziyê yên xurt li gel şehîd Mervan hebûn, xwedî îradeyeke xurt bû, bi moralekî pir bilind îsrar dikir ku têkoşîna xwe berdewam bike û di eniyên şer de ji şervanan re çavkaniya moralê bû.

Di dawiyê de Azad soza şopandina rêya şehîdan da.

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê fermandar Mervan Ebdo di nava dirûşme û tilîliyan de hate veşartin.