QSD: Di 24 saetan de 34 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Hêzên QSD’ê yên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê didomînin ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 34 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Qonxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojhilatê Çemê Firatê dabû destpêkirin eşkere kir.

Di bîlançoya hatî ragihandin de ev agahî hatin dayîn:

"Li eniyên (Baxoz, Behra û Hecînê) di saetên sibehê de şerên giran di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ‘ê de rû da. Rêxistina terorîst ji toz û bahozê sûd girt û bi hejmareke mezin li hemû eniyan êrîşî nuqteyên şervanên me kirin, şervanên me bersiva hemû êrîşên terorîstan dan, di encam de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin, gelek terorîst jî reviyan. Li aliyekî din jî du wesayîtên bombebarkirî yên terorîstan ku dixwest di nava şervanên me de werin teqandin beriya bighêjin armancên xwe hatin teqandin.

Di heman demê de Hêzên Koalîsyona Navdewletî bi fûzan bargehên rêxistina terorîst kirin hedef û 3 bargehên wan hatin rûxandin.

bîlanço:

34 terorîst hatin kuştin.

3 wesayîtên bombebarkirî û 3 bargehêên terorîstan hatin teqandin.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 8 cihan dan.”