Artêşa Sûriyê welatiyên Idlibê bi SMS'an hişyar kirin

Artêşa Sûriyê, gelê Idlibê hişyar kir ku qewlê ji bo herêmên tampon hatî diyarkirin hindik maye û welatiyên ‘Herêmên Tampon’ bi SMS’yan hişyar kirin. Komên çete hê jî ji herêmê derneketine.

Tirkiye û Rûsyayê 17’ê Îlonê peymanek çêkiribûn û di dorhêla vê peymanê de, hatibû diyarkirin ku heta 15'ê Cotmehê divê çeteyên girêdayî Tirkiyê vekişin herêma hatî diyarkirin. Tê gotin ku wê herêma tampon di navbera 15-20 km firehiyê de di navbera herêmên bin serweriya rejîmê û qadên destê çeteyan de pêk bê.

Li gorî peymanê diviyabû heta 10’ê Cotmehê çeteyên girêdayî Tirkiyê ku weke ‘Cîhatger’ ên nêzî El Qaîdê “Ji herêmên ji leşker hatî xalîkirin” çekên xwe yên giran vekişandana. Enqere diangijîne ku çeteyên girêdayî wê çekên giran vekişandine. Lê belê hêj çavkaniyeke serbixwe ev piştrast nekiriye.

Li gorî AFP’yê artêşa Sûriyê, welatiyên ku li vê herêma hatî diyarkirin dijî bi SMS’an hişyar kirine. Di peyaman de, “Ji çeteyan dûr bikevin. Çarenûsa wan hate mohrkirin” Hatiye nivîsîn.

Saziya çavdêriyê ya Sûriyê, got: “heta niha tu endamên komên çete yên cîhtgir (ji herêma Tampon) venekişiyaye.