Dewleta Tirk êrîşî gundê Kobanê kir
Hêzên dagirker ên Tirk bi çekên giran êrîşî gundekî Kobanê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kir.
Hêzên dagirker ên Tirk bi çekên giran êrîşî gundekî Kobanê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kir.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, gundê Elîşer ê li rojhilatê Kobanê bû hedefa êrîşê. Hêzên dagirker bi çekên giran êrîşî gund kirin û hate ragihandin di êrîşê de tiştek bi kesekê ne hatiye.
Hêzên Tirk ên dagirker roja Şevan Pênçşemê jî êrîşî gundê Girmişkê yê navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê kiribûn. Di êrîşê de gundiyê bi navê Delîl Dawûd Şêxo yê 36 salî birîndar bûbû.