YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervana YPJ'ê Berfîn Amed ku li Dêra Zorê şehîd bûye û nasnameya şervanê YPG'ê Şervan Cûdî ku li Amûdê di qezayekê de şehîd bûbû, ragihand.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervana YPJ'ê Berfîn Amed ku li Dêra Zorê şehîd bûye û nasnameya şervanê YPG'ê Şervan Cûdî ku li Amûdê di qezayekê de şehîd bûbû, ragihand.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şehîdan eşkere kir. YPG’ê ragihand ku şervana YPJ’ê Berfîn Amed li Dêra Zorê û şervanê YPG’ê Şervan Cûdî li Amudê di encama qezayekê de şehîd bûye.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
“12’ê Cotmehê du hevalên me ku li pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Amûdê yê girêdayî Kantona Cizîrê de erkdar bûn, şehîd ketin. Di derbarê şehadetê hevalan de agahiyên berfireh wiha ne;
12’ê Cotmehê de di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê “Şerê tunekirina terorê” bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) a ku hêzên me jî bi çalak tevlî dibe li gundewarên Dêrezorê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê destkeftiyên girîng tên bidestxistin û cîhên ku hatine rizgarkirin de pêşveçûnên hêzên me didome.
2’ê Cotmehê li gundê Baxoz ya girêdayî Dêrezorê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de rêhevala me Berfîn Amed bi qehremanî şer kiriye û giran birîndar bûye. Tevî hemû destwerdanan jî rêhevala me Berfîn Amed a giran birîndar bû di roja 12’ê Cotmehê şehîd bû.
Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye;
Nasnav: Berfîn Amed
Nav û Paşnav: Yasmîn Arif
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrin
Cih û Demê Şehadetê: Herêma Cizîrê / 12’ê Cotmeha 2018'an
Şervanê me Şervan Cudî ku li bajarê Amûdê erk û peywirê xwe pêk dianî di encama qezayekê de şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şervan Cudî
Nav û Paşnav: Ebdilrezaq Îsa
Navê Dayikê: Xensa
Navê Bav: Mehmud
Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê
Cih û Demê Şehadetê: Amudê / 12’ê Cotmeha 2018'an
Di kesayeta hevrê yên me şehîd Berfîn û şehîd Şervan de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbatên şehîdên me û tevahî gelê me re em sersaxiyê dixwazin. Di çarçoveya têkoşîna azadiyê ku em dimeşînin de soza bidawîkirina terorîzmê careke din dubare dikin.”