Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawîn ên qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 seatan de 6 çete hatine kuştin.
Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
ENIYA BAXOZ
Şervanên me li hemberî nuqteyên terorîstan çalakiyek li dar xist. Di encamê de hejmareke terorîst hatin kuştin, her wiha windahiyên madî yên çeteyan çêbûn. Terorîstan ji xwezaya herêmê ku dar lê pir in, sûd wergirt û êrîşeke dijber pêk anî û xwestin di nav daran re êrîşî şervanên me bikin. Dema gihiştin nêzî nuqteyên şervanên me, şervanan êrîş şikand. Paşê di navbera hêzên me û wan de şerêkî dijwar qewimî, dîsa jî hejmarek ji wan hate kuştin. Ji ber mayîn û xwezaya herêmê me agahî derbarê kuştiyên wan de bi dest nexistin.
Balafirên koalîsyonê tuneleke ku terorîstan bi kar dianî rûxand, lê nehate zanîn bê ka çete di tunelê de hebûn an na.
Şevê din tevgereke terorîstan tevî gelek alavên wan li derdora gundê El-Murşidê hebû. Li ser vê yekê hêzên koalîsyonê ew dever topbaran kir. Di xebatên paqijkirina gundê El-Murşidê de şervanên me miqdarek çek û cebilxane dîtin.
ENIYA HECÎN
Li vê eniyê di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî dijwar hebû. Şervanên me li vir bi pêş de çûn. Di şerê li vir de hejmarek çete hatin kuştin û windahiyên wan ên madî çêbûn.
BÎLANÇO
- 6 çete hatin kuştin.
-Balafirên koalîsyonê 3 bi fuzeyên Haymerz di nav, 4 caran li çeteyan dan.
- Tunelek û baregeheke terorîstan hatin rûxandin.
- Topek hewan û hin heşweyên wê, topeke fûzeya germê ketin destê şervanan.