QSD: Li çar eniyan 38 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li operasyona Dêrazorê, di 24 saetên dawîn de 38 çete hatine kuştin.

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê bi navê ‘Şerê tunekirina terorê’ tê meşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn ên şerê li çar eniyan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê li Baxoz, Hecîn, Sûsê û Behreyê herî kêm 38 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin û şervanên QSD’ê 37 baregehên nû ava kirine.

Daxuyaniya QSD’ê wisa ye:

"BAXOZ: Di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Li eniyên pêşîn tevgereke zêde ya çeteyan hebûn, şervanên me bi hemû hêza xwe, ew kirin hedef. Her wiha çeteyan bi topavêjinan navendên şervanan me topbaran kirin. Lê di encama wê de tu zerar di aliyê şervanan me de çênebûn.

Di saetên sibê de jî şervanên me 3 kîlometre pêşde çûn. Di encama wî şerî de gelek çete hatin kuştin. Şervanan 17 nuqteyên xwe ava kirin. Tîmên taybet ên rakirina mayînan 4 mayînên çeteyan ve bêbandor kirin.

Ji ber rewşa hewayî ya ne baş û zehmetiyên di ditînê de çeteyên DAIŞ`ê xwestin ji vê yekê sûd werbigrin û hewl dan êrîşî nuqteyên QSD`ê bikin lê şervanan êrîşên wan têk birin û di encama wê de 10 çete hatin kuştin. Gelek ji çeteyan jî reviyan. Di heman demê Koalîsyona Navdewletî jî deverên çeteyan topbaran dikirin.

HECÎN: Li wê derê şervanên me 1 kîlometre bi pêşde çûn. Piştî ku hejmarek çete kuştin 20 nuqteyên yên nû ava kirin. Her wiha hemû rê û xendeqên çeteyan birîn da ku nikaribin êrîşên dijber pêk bînin.

Çeteyên DAIŞ‘ê ji toz û bahozê sûd girtin û êrîş anîn ser nuqeteyên şervanên me, şervanan hemû êrîşan wan şikandin.

SÛSÊ: Li bajarokê El-Sûse di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şerê dijwar rû da. Çeteyan xwestin ji rewşa hewayê sûdê bigirin û êrîşên dijber pêk anîn, şervanên bersiva êrîşan dan û êrîş şikandin. Şer li vê eniyên heya niha didome.

BEHRE: Çeteyên DAIŞ`ê êrîşên dijwar birin ser navendên şervanan. Di encama wê de di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şerê dijwar rû da. Gelek çete hatin kuştin. Balafirên Koalîsyona Navnetewî du erebeyên bombebarkirî teqand û erebeyeke doçka li ser û bûldozerek teqandin.

BÎLANÇO

-38 çete hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 13 cihên çeteyan dan.

-Balafirên koalîsyonê 33 bi fuzeyên Haymerz li çeteyan dan.

- Navenda fermandariyê, 11 baregeh, 2- 3 topavêjin hawanê, du erebeyên bombebarkirî, erebeyeke doçka û bûldozerek hatin rûxandin.

- 4 mayîn hatin bêbandorkirin.

-37 nuqte hatin avakirin."