Cenazeyê şervanên Erka Xweparastinê Reşîd û Mihêmîd hatin veşartin

Welatiyên Serêkaniyê cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mecîd Reşîd û Mihêdî Mihêmîd bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr veşartin.

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê cenazeyên endamên Erka Xweparastinê Mecîd Reşîd û Mihêdî Mihêmid ên ku 7`ê Cotmehê 2018‘an li Serêkaniyê di encama teqîna mayînê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Desteya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hevserok Îdan Ehmed axivî û got; “Ev heft sal in em şehîdan vedişêrin. Şehîd roniya çavên me ne, ji ber ku rêya azadiyê li pêşiya me ronî kirine, divê em li nirxên şehîdên xwe xwedî derkevin û rêya wan bişopînin.”

Ji fermandarên YPG`ê Baran Amûdê axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna jiyaneke bi rûmet da. Baran diyar kir ku ew ê heta dawî li pey şehîdên xwe bin heta ku armanca û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Piştî axaftinan wesîqeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyên herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.