Şehîdên Çapemeniya Azad li Qamişlo hatin bîranîn

Endamên Çapemeniya Azad Hogir Mihemed, Dilîşan Îbîş û Rizgar Denîz ên sala borî dema Pêngava Bagera Cizîr a Dêra Zorê dişopandin di encama êrîşeke întixarî de şehîd bibûn li Qamişlo bi tevlîbûna gelek kes û rojnamevanna hatin bîranîn.

Endamên Çapemeniya Azadî Hogir Mihemed, Dilîşan Îbîş û Rizgar Denîz ên dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) sala borî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Dêra Zorê dest bi Pêngava Bagera Cizîrê kiribû û 12’ê Cotmeha 2017’an di encama êrîşeke întixarî de şehîd bibûn, ji aiyê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ve li Qamişlo li Şehîdgeha Delîl Saroxan hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre yek ji rêveberên ajansa ANHA'yê Dilşad Cûdî axivî û behsa têkoşîna hersê şehîdan Hogir, Dilîşan û Rizgar Denîz kir û got ku van şehîdan rewşa koçberan ku ji hovîtiya DAIŞ'ê û rêjîma Sûriyeyê direviyan dişopandin û li ser rêya rastiyê xebatên xwe didan meşandin.

Cûdî di wiha got: "Di encama têkçûna van hêzên tarî ku nikaribûn xwe li hemberî serkeftinên şervanan ragirin, bi rêbaxên qirêj û wesayîtên bombekirî êrîşî koçberan dikirin û welatiyên sivîl kirin armanc. Her wiha armanca van hêzên tarî ya sereke nûçegihan bûn da ku rastiya hovîtiya wan neyên eşkere kirin. Di encamê de sê nûçegihanên ajansa me şehîd bûn."

Cûdî behsa kesayeta herdu şehîdan Hogir Mihemed û Dilîşan Îbîş kir û wiha domand: "Şehîd Dilîşan nûnertiya jina azad di çapemeniya Kurdî de dike. Şehîd Hogir Mihemed jî nûnertiya mirovê berxwedêr û azad li ser rêya rastiya gel dike û her du li ser vê riyê gihîştin asta şehadetê."

Dilşad Cûdî di dawiyê de soza şopandina rêya şehîd Hogir Mihemed û şehîd Dilîşan Îbiş û şehîd Rizgar Denîz da ku wê têkoşîna xwe li ser riya zelalkirina rastiya şoreşa Bakurê Sûriyeyê bidomînin."

Piştre Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Sîpan Can axivî û wiha got: "Li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad em sersaxiyê ji hemû rojnamevan û ajansa ANHA'yê û hemû gelê xwe re dixwazin. Sîpan Can got ku pêngava ku Hogir Mihemed û Dilîşan Îbîş û Rizgar Denîz têde şehîd bûne, niha ev pêngav li ber dawîbûnê ye û teror dê were tunekirin û wiha domand: "Em niha dibînin ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê tê binpêkirin. Tirkiye bi hemû hêz û derfeta xwe hewl dide hovîtiya xwe ji cîhanê veşêre. Divê em lehegiya şehîdên çapemeniyê ji bîr nekin. Em ji gelê xwe re dibêjin ku em ti carî kamîreyên wan li erdê nahêlin û em ê şopdarên riya wan bimînin."

Di merasîmê de bavê şehîd Hogir Mihemed, Feysel Mihemed axivî û wiha got: "Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Paya şehadetê nabe para her kesî û ji bo azadiyê divê em canê xwe feda bikin"      .

Di dawiyê de Feysel Mihemed sersaxî ji gelê Kurd û hemû rojnamvevanan re xwest.